Tulay Hatîmogûllari: Komîsyon divê giraniyê bide ser mijarên esasî
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari beriya civîna hevserokên bajaran a li navenda giştî ya partiyê li ser bûyerên di rojevê de ne daxuyaniyek da.

Navenda Nûçeyan – Hevserokên bajaran ên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî), li navenda giştî ya partiyê civiyan. Civîn, bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan hat lidarxistin. Tulay Hatîmogûllari, beriya civînê têkildarî bûyerên di rojevê de axivî.
Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku ew ê di civînê de bûyerên siyasî yên li Tirkiye, herêm û cîhanê binirxînin û got: “Bêguman em ê li ser bandora Banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Ocalan a li ser civakê, xebatên hatine kirin û yên divê bên kirin bi hevalên xwe re nîqaş bikin. Hevserokên me ji qadan tên û raporên wan girîng in.”
Tulay Hatîmogûllari, bi bîr xist ku salvegera êrişên 6-7’ê Îlona 1955’an ên li dijî gelê Rum e, ev êriş weke “pogrom” nirxand û got: “Ev komkujî, di rûpelên reş ên dîrokê de cih girt.” Tulay Hatîmogûllari, kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin bi bîr anî.
Êrişên li dijî Xezayê
Bi dewamî Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê û got ku zêdetirî 60 hezar Filistînî hatine qetilkirin. Tulay Hatîmogûllari, got ku Îsraîl niha jî ji bo Xezeyê bi temamî tune bike dest bi operasyonê kiriye û bang li NY, Yekitiya Ereban, Lîga Ereb, Teşkîlata Hevkariyê ya Îslamê kir ku li dijî vê rewşê derkevin û bidin sekinandin. Tulay Hatîmogûllari, xwest ku Deriyê Sînor ê Refahê were vekirin û korîdora alîkariya mirovî were vekirin.
‘Nabe ku bibêjin li Tirkiyeyê aştiya navxweyî, li Rojava şer’
Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di nava şerên li seranserî cîhanê de mîna meşaleyekê diçirûse û got: “Lewma divê em bêhtir xwedî li aştiyê derkevin. Dem em li geşedanên siyasî, civakî, aborî û gavên dîzaynkirina herêmê ya emperyalîstan dinêrin, wê demê girîngiya vê bangê bêhtir dibînin.”
Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku ji bo agirê li Rojhilata Navîn û cîhanê belavî Tirkiyeyê nebe, divê aştî çêbibe û ev tişt anî ziman: “Nabe ku bibêjin li Tirkiyeyê aştiya navxweyî, li Rojava şer û gefan li wir bixin. Ev her du gotin hev nagirin. Divê Tirkiye bi Kurdên li Sûriye, Iraq û Îranê re jî aştiyê bike. Heke Tirkiye bi rastî jî bixwaze korîdora ewlehiyê ava bike, wê demê divê ji bîr neke ku ev korîdor bi aştiyê dibe. Ewlehî, bi şer, çek, gule, tank û topan nabe. Bi dayina mafên gel dibe. Bi hemwelatiyan wekhev û demokrasiyê dibe.”
Avakirina Sûriyeyeke demokratîk
Tulay Hatîmogûllari, wiha domand: “Avakirina Sûriyeyeke demokratîk jî bi dayina mafên Kurdan, Elewiyan û Durziyan dibe. Divê Tirkiye jî vê biparêze. Lewma em gefên nûnerên hikûmetê yên dawî ku li Rojava dixwin, qebûl nakin. Li wir bi hezaran Elewî û Durzî hatin qetilkirin. Di rewşekî wiha de banga teslîmbûnê nayê qebûlkirin. Tişta divê li wir were kirin ew e ku avakirina Sûriyeyeke hemû gel û bawerî di rêveberiyê de cih digirin û Sûriyeke demokratîk e. Qenciya herî mezin ku li Sûriyeyê bike ev e.”
‘Pêdivî bi zimanê aştiyê û demokrasiyê heye’
Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku meseleya Kurd meseleyeke giran e û ji bo çareseriyê pêwistî bi siyaseteke pispor heye. Tulay Hatîmogûllari, wiha domand: “Ji bo wê pêdivî bi zimanê aştiyê û demokrasiyê heye. Divê li Sûriye û herêmê şertê sereke yê Tirkiyeyê aştî be û ev bibe stratejî. Banga birêz Ocalan, armanca rizgariya gelê Kurd, Ereb, Tirk, Ermen û civakên Êzidî, Elewî, Sunî hwd. e dike. Formula derketina ji vê xeleka agir e. Lê mixabin tevî gavên şênber ên Ocalan û PKK’ê jî îktîdar û dewletê heta niha gavên şênber neavêtine. Gava herî girîng avakirina komîsyonê ye lê ew jî li ser mijarên esasî nasekine. Divê komîsyon mitabeqeta civakî xurt bike û bi yasayeke taybet re yasayên entegrasyon û azadiyê bixe rojeva meclisê. Ji bo serdema nû ya qanûndanînê ku dê di 1’ê Cotmehê de dest pê bike, tu xebatek nîne. Ev jî nîşan dide ku polîtîkayên mijûlkirinê di meriyetê de ne. Yek ji mijara herî lezgîn a komîsyonê mafê hêviyê ye. Divê şert û mercên azad ên birêz Ocalan tavilê bên avakirin. Ocalan dixwaze ji bo serkeftina pêvajoyê li xwe rol bigire. Pir girîng e ku komîsyon biçe Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bike. Divê komîsyon bi cisaret be û rêyê veke.”
‘Divê gavên şênber bên avêtin’
Tulay Hatîmogûllari, da zanîn ku gel ji dil û can piştgiriyê dide pêvajoyê lê ji bo baweriyê divê gavên şênber bên avêtin. Tulay Hatîmogûllari, got ku tayînkirina qeyûman, girtina hevşaredaran, rewşa girtiyên nexweş û taloqkirina tehliyeyên girtiyan baweriya gel tune dikin. Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser operasyonên li dijî CHP’ê û got ku pêvajoya aştiyê bi zextên ser muxalefetê nayên xurtkirin. Tulay Hatîmogûllari, Banga Aştî û Civaka Demokratîk her wiha destpêka serdema têkoşîna nû ye û banga xwedîderketina li pêvajoyê li her kesî kir.
Piştî axaftinê, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya.