Ruksen Muhemed: Zindîkirina DAIŞ’ê nîşaneya xetera li ser hemû Sûriyeyê ye
Berdevka YPJ'ê Ruksen Muhemed têkildarî operasyona Mirovî û Ewlehî ya li Kampa Holê hatibû destpêkirin axivî, da zanîn ku DAIŞ hewl dide hişmendiya xwe li herêmê aktîf bike û got ev xetere li ser hemû Sûriyeyê ye.

HESNA MIHEMED
Hesekê – Di tevahiya salên şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ku li ser hîmên demokrasî, wekhevî, azadî û edaletê hatiye avakirin, hişmendiya terorîst a ku DAIŞ pêk tîne her dem hewl daye vê sîstemê têk bibe û gefan li wê dixwe. Li hemberî vê zihniyetê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe têkoşîna xwe didomînin. Têkbirina DAIŞ’ê li Kobanê, Reqa û gelek deverên din li cîhanê deng veda. Di warê erdnîgarî de hêzên parastina herêmê DAIŞ’ê têk birin. Lê heta niha jî bermahiyên zihniyet û hişmendiya DAIŞ’ê hewl didin careke din xwe li herêmê zindî bikin.
Kampa Holê yek ji kampên herî xeternak e li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hezaran malbat û zarokên DAIŞ'î lê dimînin. Li gorî serjimariya dawî, hejmara niştecihên kampa Holê derdora 26 hezar û 539 kes e. Ji vê hejmarê 9 hezar û 352 biyanî ne, 4 hezar û 933 iraqî ne, 15 hezar û 245 sûriyeyî ne û 9 kes jî nasnameyên wan nediyar in. Di vê kampê de gelek hewldanên zindîkirina DAIŞ’ê derketin holê lê bi serkêşiya QSD, YPJ û YPG'ê her dem hewldanên wan hatin têkbirin, bi riya lidarxistina operasyon û hemleyan.
Der barê xeteriyên zindîkirin û aktîfkirina şaneyên DAIŞ’ê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê bi giştî, lidarxistina operasyona ‘Mirovî û Ewlehî’ ya li Kampa Holê hat lidarxistin, Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Ruksen Muhemed ji ajansa me re axivî.
'DAIŞ carek din hewl dide xwe zindî bike'
Ruksen Muhemed bal kişand ser aktîfkirina DAIŞ’ê û xeterên wê yên li ser Rojhilata Navîn bi giştî û wiha dest bi nirxandinên xwe kir: "Gelek hewldanên terorên çekdarî yên DAIŞ’ê ne tenê li Rojhilata Navîn li cîhanê tevahî hatin kirin. Armanc ew e ku DAIŞ careke din bîrdoziya xwe ya terorîst zindî û çalak bike. Ji ber ku hê jî hişmendî û fikrên wî bi dawî nebûne. Li hemberî vê hişmendiyê hewcedarî bi têkoşînekee mezintir û xurtir heye. Divê ji hemû aliyan ve têkoşînek hevpar ji bo têkbirina hişmendiya DAIŞ’ê were kirin. Em weke hêzên parastina herêmê YPJ, YPG û QSD'ê, ji sala 2014'an ve têkoşîna xwe li hemberî vê terorê bi her awayî didomînin. Di warê erdnîgarî de ev hişmendî têk çûye lê ew bi riya êrîş û gefên xwe hewl didin careke din xwe di nava civakê de zindî bikin.”
'Li Sûriyeyê nebûna sîstemek demokratîk rê li ber aktîfkirina DAIŞ’ê vedike'
Ruksen Muhemed da zanîn ku hişmendiya terorîstên DAIŞ'ê li cihên ku sîstem lê tunebe derfetên zindîkirinê dibîne. Ruksen Muhemed bi van gotinan berdewamî da nirxandinên xwe: “Hişmendiya terorîstên DAIŞ’ê li cihên ku sîstem an rêxistinbûn lê tunebe hewl dide xwe zindî bike û di nava civakê de çalak bike. Niha li Sûriyeyê ji ber ku sîstemek demokratîk, ewlehî û îstîqrar nayê peydakirin û her dem gelê wê di komkujî û binpêkirinan de derbas dibe, ev jî dihêle ku DAIŞ ji van xalan sûdê bigre û careke din xwe aktîf bike.”
Têkoşîna li dijî zindîkirina şaneyên DAIŞ’ê
Ruksen Muhemed di nava nirxandinên xwe de destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ'ê dimeşînin ji bo ku xeteriyên zindîkirina wê di nav herêmê de têk bibin û got: "Em hêzên parastinê li herêmê bi riya hemle, operasyon û çalakiyên taybet ên li hemberî DAIŞ’ê ji bo ku xeteriyên belavbûna wan li herêmê rawestînin, têkoşîna xwe berdewam dikin. DAIŞ bi taybetî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedefa êrîşên xwe ji ber ku li vir sîstemek rûniştî heye, her wiha cihê dîlgirtina DAIŞ’ê û malbatên wan in. Bi taybetî li kampa Holê ku bi hezaran malbat jin û zarokên DAIŞ'î lê dimînin. Ev jî nîşan dide ku ger hevkariyek giştî nebe dê xeteriya belavbûna DAIŞ’ê bi hêsanî neyê têkbirin. Li Sûriyeyê li hemberî hişmendiya DAIŞ’ê ger sîstemek demokratîk nebe dê bibe zemînek ji bo zindîkirina wan.”
'Rejîma heyî ne hebûna jinan û ne jî nasnameyên pêkhateyan qebûl dike'
Ruksen Muhemed da zanîn ku piştî hilweşîna rejîma Baasê gelê Sûriyeyê li benda avakirina sîstemek demokratîk bû lê rewşa heyî dijberî vê xeyalê ye û wiha li nirxandinên xwe zêde kir: “Gelê Sûriyeyê li benda sîstemek demokratîk ku nasnameya hemû pêkhateyên wê nas bike bûn. Lê rejîma ku hat ser desthilatdariyê ango cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam bi serkêşiya Colanî dijberî daxwaz û xeyalên gelê Sûriyeyê bûn û ew hemû nasnameyan, di serî de hebûna jinan qebûl nake. Li hemberî vê yekê Rêveberiya Xweser ji destpêka şoreşa 19'ê Tîrmehê ve heta niha her rê daye diyalog û lihevkirinan da ku bigihîjin Sûriyeya demokratîk ne navendî ku pêkhateyên Sûriyeyê bi çand û nasnemeya xwe di nava Destûra Bingehîn de cih bigrin.”
Operasyonên mirovî û ewlehiyê li dijî DAIŞ’ê
Ruksen Muhemed da diyarkirin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo têkbirina hewldanên zindîkirina DAIŞ'ê operasyon tên lidarxistin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ji bo parastina ewlehî û aramiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aktîfkirina şaneyên DAIŞ'ê, her dem operasyon û hemle hatine lidarxistin. Di van demên dawî de operasyonên ku li Reqa, Hesekê û hinek gundewaran hatine lidarxistin mebest bi wan ew bû ku parastina sivîlan bê kirin. Di heman demê de armanc parastina Sûriyeyê ji xeterên aktîfkirina DAIŞ’ê bi giştî bû. Di van demên dawî de operasyonên Mirovî û Ewlehiyê di vê qonaxê de li kampa Holê hatin lidarxistin. Armanca sereke bi vê operasyonê ew bû ku xebatkar û saziyên sivîl ên li kampê rastî xeterî û kuştinê neyên. Di heman demê de ji bo têkbirina planên DAIŞ’ê yên xwe zindîkirinê li hundir û derveyî kampê bû, ji bo têkbirina torên wan ku weke rê ji xwe re çêkirine. Di encama operasyonê de 11 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin û torên wan hatin bêbandorkirin. Jinên DAIŞ'ê li kampê zarokan li ser fikir û hişmendiya DAIŞ’ê mezin dikin, ev jî dihêle em bi serdemek xeternak re rûbirû bimînin.”
'Li hemberî hişmendiya DAIŞ'ê xweparastin gelek girîng e'
Ruksen Muhemed li hemberî zihniyet û hişmendiya DAIŞ’ê bal kişand ser girîngiya xweparastinê û wiha pêl da gotinên xwe: "DAIŞ li cihên ku sîstem û rêxistinbûn tune be hewldanên xwe yên zindîkirinê didomîne. Êrîşên ku DAIŞ pêk tîne em dikarin bi êrîşên li ser nirxên şoreşê bi nav bikin. Ji ber ku hişmendiya cîhadîstên DAIŞ’ê, hişmendiyek ne mirovî ye ne jî hebûna jinan qebûl dike. Şoreşa Rojava jî li ser prensîbên mirovahî û parastina pêşengiya jinan hatiye avakirin. Ji ber vê têkoşîna me her dem ji bo parastina jin û civakê didome. Êrîşên pêk tên jî li ser hebûn û fikrên jinan in lewre xweparastin gelek girîng e. Bûyerên ku li peravên Sûriyeyê qewimîn, ji ber ku jinan xwe di warê îdeolojîk de birêxistin nekiribûn û bêparastin bûn, bûn armanca sereke di êrîşan de. Li Suweydayê jî tevî ku jinan heya astekê xwe bi rêxistin kiribûn dîsa bi komkujî û binpêkirinan re rûbirû man. Ji ber ku asta rêxistina wan ne xurt bû. Li Şengalê jî eynî sînor pêk hat. Eger parastin nebe dê jiyana bi rûmet, azad û demokratîk tunebe.”
‘Mirov bê parastin di warî îdeolojîk û fikir de bi mirinê re rûbirû ye’
Ruksen Muhemed der barê daxwazên ji bo çekdananîna hêzên herêmê û hêzên jin de jî nêrînên xwe anî ziman û wiha dawî li nirxandinên xwe anî: "Di vê qonaxa hesas û krîtîk de ji hêzên herêmê tê xwestin ku çek daynin, ev ne tiştek gengaz e. Ji ber ku çeka me ne ji bo şerkirinê ye ji bo xweparastinê ye û tu carî em biryarek bi vî rengî qebûl nakin. Em her dem li hemberî êrîşên ku bên kirin jî amade ne parastina xwe û herêma xwe bikin. Li hemberî hişmendiya terorîst ku hebûna jinan dike hedef amûra herî girîng ji bo xweparastinê, çek e. Rêxistinbûn û sîstem xwe li ser bingeha xweparastinê ava dike û xurtir dibe. Ev jî tê wê wateyê ku rêxistinbûn, sîstem û parastin girêdayî hev in. Her jina ku dixwaze jiyana demokratîk û bi rûmet bijî divê parastina xwe bi pêş bixe, da ku xwe, şoreş û gelê xwe biparêze. Ji ber ku yên sîstema demokratîk biparêz in, jin in. Çeka di destên me de ji bo pêkanîna demokrasiyê ye. Mirov bê parastin di warî îdeolojîk û fikir de bi mirinê re rûbirû ye. Eger azadî nebe wateya jiyanê nîn e û yek ji armancên me yên sereke parastin e."