Çalakvanên Tûnisî: Bêdengî tundiyê zêde dike

Çalakvanên jin ên Tûnisî diyar kirin ku bêdengî yek ji rêbazên herî bi bandor e ji bo teşwîqkirina tundiyê li dijî jinan. Çalakvanan hişyarî dan ku kampanyayên parêzvanî û hişyarkinê ji bo kêmkirina tundiyê kêm bûne.

ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ

Tûnis –  Tevî hejmara zêde ya zagonên ku parastina jinan li Tûnisê dikin, hatine derxistin jî ezmûna Tûnisê nîşan dide ku rêbazeke zagonî bi tena serê xwe têrê nake. Bi taybetî dema ku bi ezmûnên welatên din ên Afrîkayê û Rojhilata Navîn re were berhevkirin. Tevî ku ev zagon jî berhema têkoşîna dirêj a jinan a ku ji beriya serxwebûnê ve heta îro didomin.

Çareseriyên bi bandor, tevî zagondanînê hewldanên kûr ên hişyarkirin û perwerdeyê jî hewce dikin. Ev bi dewletê bi riya entegrekirina têgehên wekhevî û rêzgirtinê di bernameyên perwerdeyê de û di civaka sivîl de ku gelek rol dilîze, di nav de perwerde, şîret, hişyarkirin û parêzvaniyê dihewîne, dest pê dike. Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan jî pêwistiya wê bi srtatejiyeke baş hizirkirî, îradeyeke rastîn û şiyanên exlaqî, madî û lojîstîkî yên pêwist, heye. 

Şikandina bêdengiya jinan

Çalakvana mafên jinan Lamia Saninî diyar kir ku têkoşîna li dijî şîdeta li dijî jinan divê ji jinan bi xwe dest pê bike, ji ber ku ew kesên bi awayên curbecur ên vê şîdetê re hem di jiyana taybet û hem jî di jiyana giştî de dimînin. Lamia Saninî got: "Hişyarkirina jinan gelek girîng e, ji ber bandora wê di şikandina bêdengiyê û hişyarkirina li ser xetereyên wê de heye. Bêdengiya li hemberî tundiyê ne tenê hevkariyek e, faktorek e xeternak e ku dibe sedema berdewamiya wê. Ji ber vê şikandina bêdengiyê gaveke bingehîn e di pêvajoya berxwedan û guhertinê de. Civaka ku ji aliyê mêran ve serdest e, pir caran dengê jinên ku bi tundiyê re rûbirû dimînin, paşguh dike."

Li dijî bêdengiyê divê hişyarî were kirin

Lamia Saninî tekez kir ku dem hatiye ku jin pêşengiyê bikin û roleke çalak di rûbirûbûna tundiyê de bilîzin û wiha axivî: "Ew jî bi riya bikaranîna medyaya nûjen, bi taybetî platformên medyaya dîjîtal da ku hişyariyê belav bikin û agahdariyê zêde bikin. Pêwist e li dijî xeteriyên bêdengiyê hişyarî were dayîn ji ber ku ew yek ji faktorên tundiyê gur dike ye. Di heman demê de avakirina torên hevgirtina jinan ku hesteke ewlehiyê û piştevaniya hevbeş diafirînin, gelek girîng e."

Ji têkoşîna dîjîtal ber bi têkoşîna meydanî ve

Lamia Saninî destnîşan kir ku nifşê nû yê jinên ciwan berpirsyariyeke girîng di hişyarkirina jin û jinên ciwan de digre. Ji ber ku ew xwedî amûrên ragihandinê yên nûjen ên weke înternetê ye ku dihêle ew bi hêsanî û bi bandor bigihîjin komên cihêreng. Ev rol ne tenê bi hişyarkirina kevneşopî ve sînordar e, di heman demê de rûbirûbûna formên veşartî yên tundiyê yên ku bi awayên nerm tên kirin ku tesbîtkirina wan dijwar e jî vedihewîne.

Bikaranîna rêbazên tundiya nerm

Lamia Saninî der barê tiştên ku weke "tundiya nerm" tê zanîn de hişyarî da û wiha gotinên xwe domand: "Ew li pişt gotinên ku ji bo jinên ciwan normal an dilovan xuya dikin, xwe vedişêre. Lê zirara psîkolojîk a kûr di nava xwe de digre ku dikare bibe sedema depresyonê yan jî xwekuştinê. Ev cure tundî nayê dîtin lê tê hîskirin û di bin etîkên weke evîn an heyranî de tê pejirandin, piştre bi teşeya tacîz an têkiliyên xeyalî ku jinên ciwan dikşîne nava xwe, pêk tê. Hewcedarî bi şikandina bêdengiyê li ser van rêbazan heye. Ji ber ku dadgehkirin rê ye ji bo misogerkiirna mafan û şikandina çerxa tirsandinê ye ku dibe mexdûr bêdeng bike û wan di rewşeke bêçareyî û tirsê de bihêle. Bêdengî û tirs dijminên jiyanê ne û ew ji bo wêrankirina mirovek bes in."

'Têkoşîna li dijî tundiyê ne tenê bi hişyarkirina teorîk sînordar e'

Lamia Saninî da zanîn ku hewldanên wan ên ji bo têkoşîna li dijî tundiyê ne tenê bi hişyarkirina teorîk sînordar in, ezmûnek bi cotkarên jin ên li parêzgeha Kairouan re wiha anî ziman: "Li wir civînên hişyarkirinê li ser mûçeyên wekhev û mafên aborî hatin organîzekirin bi taybetî ji ber ku jin bi qasî mêran bi saetan dixebitin. Piştî ku mafên xwe bi dest xistin, dengê wan bilind bû, serî hildan û greva rojek li dar xistin, di wê grevê de ew bi ser ketin ji bo ku mûçeyên wan zêde bikin."

Jinên ciwan bi tundiyê re rûbirû ne

Çalakvana jin ciwanan Sahar Dahman tekez kir ku berpirsyariya têkoşîna li dijî şîdeta li ser bingeha zayendî bi giranî dikeve ser milên jinên ciwan, ji ber gelek binpêkirinên jin û jinên ciwan ji hêla aktorên curbecur ve rûbirû dimînin. Sahar Dahman girîngiya rola jinên ciwan di hemleyên hişyarkirinê de wiha bi lêv kir: "Rola jinên ciwan di hemleyên hişyarkirin û parêzvaniyê de, di gihîştina jinên bi tundiyê re rûbirû mane de gelek girîng e. Ji bo ku pêşî hevgirtina xwe bi wan re nîşan bidin û dûre wan teşwîq bikin ku bêdengiyê bişkînin û bi binpêkirinên bi wan re rûbirû dimînin re, rûbirû bimînin. Her wiha hewcedarî bizanîna jinan a zagona 58 a sala 2017'an heye."

'Bêdengî hevalbendiya herî xeternak a tacîzkar e'

Sahar Dahman destnîşan kir ku kes ji tundiyê nayê parastin bandorê li akademîsyenên jin jî kiriye ku weke beşek ji elîta civakê tên hesibandin. Ev yek ragihandinê dike erkek ku nayê sivik kirin, ji ber ku bêdengî hevalbendiya herî xeternak a tacîzkar e. Sahar Dahman daxwaz kir ku lêkolînên zanistî ji bo lêkolîna diyardeya tundiya li dijî jinan werin kirin. Bi riya lêkolînên rast û kûr ên ku aliyên paşguhkirî, rastiyên veşartî werin eşkerekirin.