Li Hesekê 10’emîn Mîhrîcana Zarokan dest pê kir
Li Kantona Hesekê, bi pêşengtiya Tevgera Hîlala Zêrîn bi dirûşmeya “Hunera zarokan nîşana azadî û afirandinê ye” 10’emîn Mîhrîcana Zarokan dest pê kir.

Hesekê – Bi pêşengiya Tevgera Hîlala Zêrîn bi dirûşmeya “Hunera zarokan nîşana azadî û afirandinê ye” 10’emîn Mîhrîcana Zarokan dest pê kir. 10’emîn Mîhrîcana Zarokan a ku wê 2 rojan dom bike, îro li Navenda Tevgera Hîlala Zêrîn a bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê destpêkir.
Hola mihrîcanê bi wêneyên ku zaroktiyê nîşan didin hate xemîlandin. Nûner û dezgehên Rêvberiya Xweser, Kongra Star û bi sedan zarokên Kantona Hesekê beşdarî Mihrîcanê bûn. Mihrîcan bi beşdarbûna 11 komên Stran, govend û şano dest pê kir.
Mihrîcan bi daxuyaniyek destpê kir. Daxuyanî ji aliyê Endama koma Muzîkê ya Şehîd Serhed Rimês Salih ve hate xwendin.
Di destpêka daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li welat ev nêzî 15 sal in şer heye û wiha hat domandin: “Em jî di nav vî şerî de bi hemû cureyên wê jiyan dikin, ev bandoreke mezin li ser avakirina kesayeta me çêdike. Bi mayînan em tên bombebarankirin, bi koçberî û penabertiyê re rû bi rû dimînin, mafên me tên xwarin, pêlîstokên me têne stendin, xeyalên me tên dizîn, eşqa me ya saz û stranan, dîlan û govendan tên tunekirin, xêzkirina li ser rûpelên spî yên bi rengên xweşik tên reşkirin.”
‘Rêber Apo rih da me zarokan’
Di berdewamiyê de hate diyarin kir ku zarokbûna wan ji destê wan tê girtin û wiha hate gotin: “Di nav wê tarîbûnê de Rêber Apo ji me zarokan re jî bû ronahiyek. Bi fikrên xwe re zaroktiya me xweş kir, destê xwe da me û ji me gelek hez kir. Xewn û xeyalên me ji xwe re kir heval û wate da nameyên me yên ku ji dilên me yên biçûk derketine. Bi helbestekî bersiv da hezkirina me, bi hebûna xwe Rêber Apo rih da me zarokan.”
‘Em mihrîcana xwe diyarî Rêber Apo dikin’
Daxuyanî wiha bidawî bû: “Bila xeyal û lîstokên zarokan neyên perçiqandin û bi aramî û aştî bi Rêber Apo re em di welateki azad de bijîn. Em wek zarokên Bakur û Rojhilate Suriyeyê di bin pêşengtiya tevgera Hîlala Zêrîn de li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûriyê festîvala xwe ya zarokan li dar dixin. Li ser vê esasê em festîvala xwe ya zarokan bi hemleya ‘Em jî dixwazin Rêber Apo bibînin’ diyariyî Rêber Apo dikin û ji raya giştî re radighînin û nîşan didin ku di roja aştî ya cîhanê de dest bi fastîvala xwe dikin.”
‘Her zarokek çanda xwe temsîl dike û pêşkêşî cîhanê dike’
Piştî daxuyaniyê, sînevîzyona têkildarî nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo zarokan haye nîşan dan. Piştre Endama Rêveberiya tevgera Hîlala Zêrîn Yisra İlyas axivî û got: “Îro ji bo rojek taybet e, ji ber ku em bi saya vê mihrîcanê hemû zarokên Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Ermen û Kildanî li hev komdikin û her zarokek çanda xwe temsîl dike û pêşkêşî cîhanê dike.”
Mihrîcan, piştre bi pêşkêşkirina komên hunerî berdewamkir. 11 komên stran, govendê û şano yên ji bajarê Til Temir, Hesekê, Dirbêsiyê, Suryanên ji kampên Serêkaniyê û Waşokanî derketin ser dikê, folklor, çand û hunera xwe nîşan dan.
Mihrîcan dê sibê, bi pêşkêşkirina komên din û belavkirina xelat bi dawî bibe.