Harriet Fraat piştgirî da pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk

Femînîsta Emerîkî Harriet Fraad, bi peyamekî piştgirî da pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir û got: "Bi navê mirovahiyê, rûmeta Kurdan nas bikin."

Navenda Nûçeyan – Feminîsta Emerîkayî psîkoterapîst Dr. Harriet Fraad, ji bo “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” ya piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de dest pê kir, peyama piştgiriyê weşand.

Harriet Fraad, di peyama xwe ya DEM Partiyê re şandî de got ku mîna hemû gelên li cîhanê gelê Kurd jî xwedî mafê jiyaneke aştiyane ye.

Harriet Fraad, wiha got: “Tekane tişta tê xwestin, ihtirima mirovî ye û ev jî daxwazeke ‘radîkal’ nîne. Bi navê mirovahiyê, rûmeta Kurdan nas bikin.”

Dr. Harriet Fraad kî ye?

Dr. Harriet Fraad di sala 1941’ê de ji dayik bû. Di sala 1968’ê de yek ji damezirînerên Tevgera Rizgariya Jinê bû û mîna yek ji pêşengên Femînîzma Pêla Duyemîn tê naskirin. Hevjîna aborînasê Marksîst Richard Wolff e. Di heman demê de, piştgirî da avakirina Înîsiyatîfa Rethinking Marxismê. Hêj niha jî li New Yorkê dijî û bi xebatên xwe yên têkildarî têkoşîna azadiya jinê û aştiya civakî tê naskirin.