Jin Jiyan Azadî ji dirûşmek wêdetir e... 1

Li gel tevgera jinên Kurd ku di salên 1990’an de mîna aktor û kirdeyek veguherîner di qada siyasî û civakî de rêxistina xwe ava kir, dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bû destûra navend a tevgera jinan.

HACER OZDEMÎR 

Sedsala 21’ê, mîna demeke ku têkoşîna jinên Kurd û tevgerên femînîst, bi qebûlkirina civakî, siyasî û çandî re, nîzama otorîter ku kok û normê wê xwe dispêre bi hezaran salan berovajî dike û ji nû ve pênase dike, derdikeve pêşberî me. Ev çax ne tenê berdewama têkoşîna berê ye, di heman demê temsîla demek nû ya têkoşîna wekheviya zayendî, mafên mirovan û edaleta civakî dike. Di vê çaxê de tevgerên jinan, bêdengiya li dijî newekheviya pergalî bi erdê re dikin yek, li dijî normên mêrsalarî berxwedaneke ku mînaka wê nehatiye dîtin dikin.  

Bi taybetî di salên dawî de li gelek herêmên cîhanê ku têkoşîna jinan bilind bûye, tora piştevaniyê sînor derbas kiriye û zemîna têkoşîna hevpar hatiye avakirin. Platformên ku jin ava dikin, torên rêxistin û piştevaniyê kirine amûrek bi hêz, têkoşîna jinan berfireh û mayînde kiriye. Jinan li gelek qadên cîhanê, li dijî rejîmên zextê û otorîter, di çeperên herî pêş ên têkoşînê de cih girtin û daxwaza demokrasî, azadî, wekhevî û edaletê kirin û ya herî girîng jî bi têkoşîna xwe pêşengiya muxalefeta civakê dike. Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ruhê azadiya jinan, rewşa bihevrebûn û azadiya civakî diteyîsîne.   

Çavkaniya tevgera azadiya Kurd; Jin, Jiyan, Azadî 

Bi tevgera jinên Kurd re ku di salên 1990’an de mîna aktor û kirdeyek veguherîner di qada siyasî û civakî de rêxistina xwe ava kir, dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bû destûra navend a tevgera jinan. Ji derveyî parastina nasname û azadiya jinan, ev dirûşm bû sembola têkoşîna wekheviya zayendî ya civakê. Ruhê hevpar ê têkoşîna jinan, hêz û îrade teyîsand û bû gerdûnî.  

Tevgerên civakî, ji dîrokê ve bi perspektîfek diyar ket rê û xwe dispêre bingeha felsefeyê. Tevgerên ku xwe dispêrin plana paş a saziyan, îdiayên ku derxistine holê û têkoşîna ku li pey didin meşandin, an mohra xwe li demê didin, kevirên guherîn û veguherînê datînin, an jî bi tevgera xwe re sînordar dimînin û vedimirin. Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwedî girêdaneke bibe felseya sedsalî ye. Ev dirûşm di asta rênîşandana ku jin di nava lêgerîna dînamîka rêxistin û jiyana çawa ne, de ye.   

Repertuarên, dîroka fikrê ya sedsala dawî û aktivîzmên polîtîk, têkoşîna jinan ku yek ji kirdeyên herî mezin e, berxwedan, vejîn û hebûnê, di demê de derbas bûye, derfeta civakîbûnek ku gel, civak û heta azadiya mêr digre nava xwe ava kir. Têkoşîna jinên ku ji dîrokê ve di jiyana rojane de, zanist, huner û qada civakê de hewl tê dayîn were tecrîdkirin, îro jî li çar aliyên cîhanê, bi rêbaz û amûrên cuda didome.   

Hebûna wê tê înkarkirin, weke hebûne îstîsnayî nêz dibe, çerxa mêrsalar ku serdestiya mêr weke nîzamek heyî dike, jinan weke amûra tehekûmê dibîne. Li dijî van hemûyan jin, di nava têkoşîna hebûnê de bûn. Jin ruxmê otorîterî, qirkina jin-cins, tacîz û tecawizan, bi berxwedan û têkoşîn şopa xwe hiştin. Li dijî xwedayan, xwedawend, li dijî zaliman, mezlûm, li dijî rahîban, rahîbe, li dijî xedar û despotan, jinên şoreşger, her dem li pêşiya vê çerxê sekinîn.  

Çawa bijî ji ku derê dest pê bikin çi bikin 

Tevgera azadiya Kurd, tevî nîzama heyî ku nakokiyên wê xwe dispêrin bi  hezaran salan, aniye halê dezavantaj û norman, qadek têkoşînê ku perspektîfa azadiya jinan hemû pirsgirêk xistiye navend ava kir. Felsefeya azadiyê danî holê, pirsgirêk weke pirsgirka jinan negirt dest, weke pirsgirêkek civakî nexişand. Tam di vê navendê de çavkaniya esas a guherîn û veguherînê tesbît kir, asoya ku wê koletiya li jinan hatiye ferzkirin çawa biguherîne danî holê. Têkoşîna ku serî li dijî hemû astengiyan rakir guherîna vê çarenûsê nexişand. Ji ber vê divê pirsa dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ çawa were jiyîn, ji ku destpê bike û çi were kirin, di teyîsîna ceribandinên bi hezaran salan de bersîva tê dayîn e.   

Tekez, peyam û lêgerîna ku li dora vê dirûşmê derdikeve holê; balê dikşîne ser felsefeya têkoşîn û berxwedanê û paradîgmaya azadiyê ku jinan ji destpêka sedsala 21’ê vir ve derxistine holê. Van nirxan ji aliyê piştperdeya xwe ve rewşa safîbûyî ya paradîgmaya azadiyê ku Abdullah Ocaan li Rojhilata Navîn derxistiye holê ye. Dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ji aliyê bandor û hêza belavbûnê ve, xwedî bandoreke wisa ya ku lêgerîna azadiyê ya jinan jî derbas kiriye, bêyî ku cudahiyê bixe navbera mêr, zindî û mirî, hemû hevgirtiyên di xwezayê de û hemû civakê azad kiriye û veguherandiye.

Dîroka têkoşîna jinên Kurd, ne tenê têkoşîneke ku îro yan jî di dîroka nêzîk de dest pê kiriye. Lêgerîna kolektîf a wekhevî û azadiyê ye ku gelê Kurd di du sedsalên dawî de dane meşandin. Bi berxwedan û vejîna ku di vê oxirê de hatiye meşandin re bi awayekî paralel bi pêş ketiye. Lewma fêmkirina dîroka lêgerîna azadiya jinên Kurd dê wate û girîngiya têkoşîna roja me ya îro û rola kirde ya di veguherîna civakî de zêdetir watedar bike.

Jin di tevgerên polîtîk de bûn kirde

Bi taybetî ber bi dawiyên salên 1800’î ve, di têkoşînên ku di warên siyasî, neteweyî û çînî de bi pêş ketin de, hinek tevger û têkoşînên polîtîk ên Kurdan jî çêbûn. Bêguman di nava van hemû tevgerên polîtîk ên vê pêvajoyê de jinên Kurd jî mîna kirde û aktor cih girtine; lê belê beşdariya jinên Kurd a têkoşîna polîtîk di vê pêvajoyê de, di asta yekane de maye û nikaribûye beşdarî têkoşîna hevpar a hemû jinan bibe yan jî hatiye beşdarkirin.

Jinên Kurd, di têkoşîna polîtîk a bi nifşa 68’an li Tirkiye û Kurdistanê dest pê kir de, roj bi roj bi awayekî çalaktir cih girtin. Tevgerên ku bi gelemperî li derdora xwendekarên zanîngehê û amadeyî kom bûn, di pêvajoya derbeya 1980’an de bi awayekî çalaktir beşdarbûna pêvajoya têkoşîna polîtîk a jinên Kurd ên di girtîgehan de dîl ketin re bi peş ket. Lê belê di vê pêvajoyê de, dînamîkên têkoşîna jinên Kurd bi giranî bi motîvasyonên neteweyî û çînî bi pêş ketin. Bi motîvasyonên neteweyî ve sînordar nema. Ango, têkoşîna azadiya jinan an jî beşdarbûna li ser bingeha vê hişmendiyê, di vê pêvajoyê de qels e.

Çavkaniya Jin Jiyan Azadî

Di pêvajoyên destpêkê yên salên 1990’î de jî asoya azadiyê ya jinên Kurd, sînorên neteweyî û çînî derbas kir. Di vê pêvajoyê de, beşdariya jinên Kurd a ji bo têkoşîna polîtîk konsantrasyona yekane, teng, komî, çînî yan jî hişmendiya neteweyî jî derbas kir û di bingeha azadiya jinan de hişmendî qezenc kir. Beşdariya jinên Kurd a têkoşînê, roj bi roj girseyîtir bûye. Ev girseyîbûn û asta hişmendiyê, di bingeha azadiya jinan de veguherî hişmendiyeke polîtîk û paradîgmatîk. Ji vê pêvajoyê û vir ve, têkoşîna jinên Kurd girseyî bû, gihîşt asta tevgerê.

Beşdarbûna têkoşînê ya jinan a mîna kirde û aktor, ne beşdariyek fizîkî ye; bi hişmendiya azadiya jinan û têkoşîna zayendî hat vestrandin û bi pêş ket. Ji vê pêvajoyê vir ve, tevgera jinên Kurd ji bilî daxwazên xwe yên neteweyî û çînî, gihîşt xaleke ku bi daxwazên xwe yên xweser pêşengiya têkoşînê dikin. Di vê pêvajoyê de, tevgera jinên Kurd bi dirûşma "Heta jin azad nebe civak jî azad nabe”, destnîşan kirin ku pirsgirêka azadiya jinan bingeha pirsgirêkên civakî pêk tîne û danîne pêşiya pirsgirêkên neteweyî û çînî.

Dînamîka veguherîna polîtîk

Vê dirûşmê, jinan di veguherandina hemû platformên polîtîk û rêxistinî yên beşdarbûne de, teşwîqê têkoşînek mezin kir. Destkeftiyên ku bi têkoşînê re bi dest xistin, di tevgera jinên Kurd de moral û xwebaweriyek mezin anî. Mîsoger kir ku girseya ji milyonan jinan pêk tê, bi heyecanek mezin beşdarî têkoşînê bibin. Di zemîna civakî de ji bo veguherînên mezin derî vekir. Helbet, ev rewş ji ber xwe ve derneket holê. Îro jî jinên Kurd, di hemû hawirdor û zemînên polîtîk ên beşdar dibin de, bi têkoşîneke mezin a ji bo azadiyê re veguherandina civakî dê bidomînin.

Vê veguherînê, beriya her tiştî bi têkoşîna li dijî feraseta serwer a mêr di nava partî û saziyên siyasî de destpê kir û piştre belavî malbat, kolan û hemû qadên jiyanê bû. Di vî aliyê de, têkoşîna azadiya jinan, taybetmendiya dînamîka bingehîn a veguherîn û guhertina civaka Kurdistanê qezenc kir. Têkoşîna azadiya jinan, zemînên rêxistinî û binesazî yên heyî derbas kir û veguherî têkoşîneke civakî ya veguhertinê. Perdeya pişt a ji dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” re bû îlham ew e ku jinên Kurd îro tenê ne di aliyê civaka Kurd de, di aliyê têkoşîna azadiya jinan a li Rojhilata Navîn de jî çavkaniya dînamîka veguherînek polîtîk e.

Li dijî têkoşîna jinan faşîzma dewletê

Ruxmê ku jinên Kurd bi rolên jina bingehîn di hilberîna civakî û çandî ya nivîskî û devkî de derketine pêş jî bi taybetî jî di mijarên siyasî û aborî de pasîf hatin hiştin. Hat xwestin ku feraseta mêraniyê, di hemû qadên jiyanê yên jin bi heqîqeta xwe hebûna xwe pêk tînin de, bînin herî pêş. Ango ji aliyekî ve zexta nirxên civakî yên serwer, ji aliyê din ve jî bi zextên nirxên dînî û dogmatîk rolên civakî yên neçarî jinan hatin kirin çêbûn. Ruxmê ku têkoşîna jinan a polîtîk a pêşketî, di roja me ya îro de van pirsgirêkan bi temamî derbas nekir û azadiya ku dixwest bi dest nexist jî mewzî û serkeftinên mezin bi dest xist.

Jinên Kurd hem li dijî pergala tekparêz a serwer a mêran û hem jî li dijî dewleta neteweyî ku hebûna wan jî qebûl nake, têkoşîneke mezin didin. Destkeftiyên girîng ên têkoşîna jinên Kurd a berhema dîrokek dirêj a têkoşînê yên di mercên giran de û bi bedelên mezin hatine derbaskirin de, rastî êrîşên dijminane tên. Hewl tê dayîn li dijî têkoşîna jinan, rejîmeke ku binçavkirin, îşkenceyên giran, girtin, suîqesd, girtina saziyan, tayînkirina qeyûman û zextên li ser destkeftiyên jinan tên domdarkirin, bê avakirin.

*Ji Kovara Jineolojî hatiye girtin.