"Tu hêz nikare deng, reng û pênûsa jinan ji holê rake"

Rojnamevanên jin ên kantona Kobanê li dijî binçavkirina 21 rojnamevanên li Bakurê Kurdistanê helwesta xwe nîşan dan û gotin: "Êrîşa li dijî rojnamevanên li Bakurê Kurdistanê, rojnamegeriya azad hedef digre."

BEYDA OSMAN

Kobanê - Polîtîkayên dewleta tirk ên qirkirina siyasî li Bakurê Kurdistanê berdewam dikin. Vê carê dewleta tirk 21 rojnamevanên ku di saziyên cuda yên çapemeniyê de dixebitin binçav kir. Di nava wan de rojnamevanên jin midura JINNEWS’ê Safiye Alagaş û edîtora JINNEWS Gulşen Koçuk, rojnamevan Neşe Toprak, Elîf Ungur û Feynaz Koçuk hatin binçavkirin û heta niha jî girtî ne.

Li dijî binpêkirin û kiryarên dewleta tirk ên li hember rojnamgeriya li Bakurê Kurdistanê û bi taybetî hedefgirtina rojnameger û saziyên jin, rojnamevanên li kantona Kobanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêrîn û helwesta xwe anîn ziman.   

"Dewleta tirk aloziya xwe ya hundirîn wiha vedişêre"

Nûçegihana ajansa ANHA’yê Dicle Ehmed sedemên girtina rojnamevanan wiha bilêv kir: "Ev ne cara yekem e ku dewleta tirk siyaseteke wiha dimeşîne li ser çapamaniya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Tirkiye her cihê ku rastiya wî derdixe û aşkere dike rojnamevanan û saziyên li wir digre. Ev bû demek ku amadekariya şerekî mezin dike bi taybetî li ser Kurdan. Ji bo vê jî çapemeniya ku rastiya heyî ya li Bakurê Kurdistanê tîne ziman, nîşan dide diçewisîne. Dema ku qirkirinek li ser gel tê meşandin helbet wê ragihandina çapemaniya wî gelî jî roleke mezin bilîze da ku vê siyasetê ragihînê."

"Bi hezaran rojnamevanên ku rastiyê ragihînin hene"

Dîcle Ehmed piştgiriya xwe ya bi rojnamevanên girtî re anî ziman û got: “Ew 21 rojnamevanên ku hatin dîlgirtin em soz didin ku em ê her dem bibin dengê rastiyê. Wê kemeraya me li dijî binpêkirin û siyaseta qirêj ku dewleta tirk dide meşandin her dem bixebite. Dewleta tirk her dem jinan hedef digire li herêmên dagirkirî şerê taybet, tecewizkirin, kuştina jin em wek rojnemevan rastiya wî ya qirêj derdixin hole."

"Ajansa me bi zanebûn hat hedefgirtin"

Nûçegihana ajansa JINNEWS’ê Yara Kendeş bertek nîşanî girtina hevalên xwe da û got: "Di 8'ê Hezîranê de dewleta tirk a dagirker êrîşê navenda me ya li Amedê kir. Du hevalên me hatin binçavkirin. Jin bi reng, deng û bi zimanê xwe rastiyê belav dikin. Dema ku dewleta tirk bi vî rengî êrîşê herdu hevalên jin kir, em bêjin ne tenê di milê kar û xebatê de xwestin di nava civakê de jinên pêşeng hedef bigrin."

"Em ê bi îsrar xebatên xwe berdewam bikin"

Yara Kendeş destnîşan kir ku ewê bi îsrar xebatên xwe berdewam bikin û got: "Her kes dizane ku dewleta tirk ji kesayet û hebûna jinên Kurd ditirse, ji ber vê yekê dema ku jinên Kurd pênûsê digrin destên xwe êrîş dike. Ji bo vê jî dixwaze bi her rê û rêbazê jinan biçewisîne. Lê ruxmî her tiştî em ê li ser piyan bin, kar û xebatên xwe jî berdewam bikin. Jixwe ev ne cara yekem e, dewleta tirk beriya vê yekê jî ajansa JINHA û ŞÛJIN girt û niha hewl dide JINNEWS’ê asteng bike."

"Em ê bibin dengê rojnamevanên ku hatin girtin"

Xebatkara JIN TV Meysun Hesen jî nêrîna xwe wiha anî ziman: "Dewleta tirk dixwaze bi vê siyasetê gelê ku li Tirkiyeyê dijî, bêdeng û reng bihêle. Rojnamevanên ku hatin girtin jî li gorî berjewendî û hişmendiya dewleta tirk tev nagerin, ew di weşana xwe de gel esas digirin. Rojnamevan û saziyên jinan jî para xwe ji vê yekê girtin, ji ber vê yekê em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin û em ê bibin dengê wan û kiryarên dewleta tirk her dem ragihînin."