Jinên Şengalê: Nikarin bi van êrîşan me tune bikin!

Jinên Şengalê diyar kirin ku êrîşa duh li navçeya Sinûnê çêbûye beşekî ji peymana 9’ê Cotmehê ye ku bi armanca tunekirina Êzidiyan e û bang li hemû civaka Êzidî kirin ku li hember êrîşan bibin yek dest û li dijî lîstokên PDK’ê yên provakakatîf hişyar bin.

Şengal- Duh di seatên nîvro de balafira bêmirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker avahiya Meclisa Gel a Sinûnê û dikanek kirtasiyeyê bombebaran kir. Di encama vê êrîşa hovane de zarokekî 12 salî jiyana xwe ji dest da, 7 kes jî  birîndar bûn. Jinên ji Şengalê li hemberî êrîşan bertek û nerazîbûna xwe anîn ziman û destnîşan kirin ku ji êrîşên li ser Şengalê hikûmeta Iraqê û PDK berpirsiyar in.

“Hikumeta Iraqê, dewleta tirk û PDK berpirsiyar in”

Der barê van êrîşan de endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Zozan Simo helwest û nêrîna xwe anî ziman û got ku armanc bi van êrîşan tunekirina Êzidiyan e. Zozan Simo diyar kir ku ev êrîş bi destên dewleta Tirk tenê pêk nehatiye û wiha pê de çû: “Dixwazin bi van êrîşan Êzidayetiyê tune bikin. Ji ber ku meclis cihê çûyîn û hatina gel e, cihê çareserkirina pirsgirêkên gel e. Hemû zarokên me tê de bûn. Dibe ku êrîş bi balafirên Tirk pêk hatibe lê ev nayê wateya ku tenê ew berpirsyarê êrîşê ye. Hikumeta Kazimî jî di nav de ye her wiha PDK jî di nava de ye. Eger em bên rastiyê jî hikumeta Iraqê bi bêdengiya xwe xirabiyek gelekî mezin li me dike.”

“Bes e êdî!”

Neyîme Xelef a li Sînûne dijî, nerazîbûna xwe ya li dijî van êrîşan wiha bilêv kir: “Ez gelekî hêrs bûme ji ber vê êrîşê. Bila belaya xwe ji me vekin em tu tiştekî naxwazin, em dixwazin Şengala me xweş be û xurt û zarokên me neyên hedefgirtin. Bes e êdî her carê balafirên dewleta Tirk êrîşî me dikin. Li vir çi hebû ku êrîş kir? Hemû Êzidiyên me bûn. Ez ji hêrsa xwe nikarim biaxivim.”

“Çi ji me Êzidiyan dixwazin?”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Ceklîn Hisên a di kêliyên êrîşê de jî li cihê bûyerê amade bû wiha got: “Balafirên dewleta Tirk a dagirker li meclisa gel a Sinûnê dan, li dikanên xelkê dan. Çi ji me Êzidiyan dixwazin? Bi fermana 2014’an têr nebûn dixwazin wê fermanê temam bikin? Îro zarokekî 12 salî ji ber vê êrîşê şehîd bû. Li ku ev tişt tê qebûlkirin? Cerîmetekî gelekî mezin e.”

“Êrîş bi peymana 9’ê Cotmehê ve girêdayî ye”

Caklîn Hisên bang li hemû Êzidiyan kir ku li hemberî van êrîşan bibin yek dest, li hemberî lîstikên PDK’ê jî hişyar bin û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Em ji civaka Êzidî daxwaz dikin ku rabin ser lingan û bibin yek dest li hemberî êrîşan. Ewqas ferman hatine serê me êdî bes e ferman bi ser me pêk bên. Bila civaka me hişyar be, bizanibe ku êrîş beşekî ji peymana 9’ê Cotmehê ya li dijî Êzdiyan e.”