HDP: Xuya ye hûn ê biçin
Meclsa Jinan a HDP'ê bi gotinên “Dawiya rê xuya kir, hûn ê herin” bertek nîşanî, hedefnîşandana Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan ku ji aliyê Wezîrê Karên Hundur Suleyman Soylu ve di bernameyeke televizyonê de dabû da.
Navenda Nûçeyan- Meclisa Jinan a HDP'ê der barê hedef nîşandana Hevseroka HDP'ê ya Giştî Pervîn Buldan a ji aliyê Wezîrê Karên Hundur Suleyman Soylu ve di bernameyeke televîzyonê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya ku bi gotinên "Wezîr û alîkarê wî nikarin navê hevseroka me bînin ziman" dest pê kir de, bal hat kişandin ser zimanê nefretê yê Suleyman Soylu û pêşkêşkera di bernameya beşdar bûbû de.
“Em van êrîşan wekî yên li dijî hemû jinan qebûl dikin”
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Suleyman Soylu HDP’ê û Hevserokên DBP'ê kirine hedef û wiha hat gotin: "Suleyman Soylu Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan kir hedef û yekî ku xwe wekî pêşkêşkariya televîzyonê dike, dibîne vê yekê pesend dike. Di heman demê de jî Saliha Aydenîz kiriye hedef û piştre jî serokomar talîmat da darazê û gef lê da xwarin. Em van êrîşan di heman demê de wekî êrîşên li dijî hemû jinan qebûl dikin."
“Dawiya rê xuya kir”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber Suleyman Soylu nêzî çûyînê ye loma dixwaze hedefê şaş bike û wiha hat gotin: "Lê ev hewldana tewş e. Em gotinên şexsiyetekî ku destên wî di her sûcî de heye rewa nabînin. Ev kes wekî Wezîrê Karên Sûc dixebite. Em jin li meclis, kuçe, mal, li cihê kar hesab ji kesên jinan dikin hedef bipirsin. Dawiya rê xuya kir, hûn ê herin."