Dewleta tirk a dagirker bombe li Meclîsa Gel a Sinûnê û dikanan barand

Balafirên bêmirov û biçek (SÎHA) ên dewleta Tirk qirtasiyek û Meclîsa Gel a Sinûnê bombe baran kir. Dema di êrîşê de xwediyê dikanê û neviyê wî yê 12 salî jiyana xwe ji dest dan, rojnamevanek û zarokek jî di nav de 6 kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Şerên ku ji aliyê hêzên serdest ve tên meşandin, tiştên ku aîdê mirov û xwezayê ye ji holê radike. Dema ku şer êşeke bêveger ji mirovahiyê re dide jiyîn, îro danê nîvro balafirên bêmirov û biçek (SÎHA) ên dewleta Tirk bombe li Meclîsa Gel a Sinûnê û dikanên herêmê barand.

Mirî û birîndar hene

Ji ber astengiyên artêşa Iraqê heta niha hejmara mirî û birîndarên nayê zanîn, li gorî agahiyên hatine bidestxistin, SİHA’yên dewleta Tirk li dikaneke kirtasiyeyê da û di êrîşê de Xidir Şivan Naso yê ku xwediyê dikanê ye û neviyê wî Salih Xidir Naso jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşa hewayî de nûçegihanê Çira TV'yê Salih Berces jî di nav de 6 kes birîndar bûne. Hat diyarkirin ku di nav birîndaran de zarokek jî heye. Birîndar rakirin nexweşxaneya Mûsilê û tên dermankirin.

Hat hînbûn ku rojnameger Salih Berces par jî di meha Nîsanê de di dema şopandina xwepêşandanek li dijî êrîşên Tirkiyeyê de li Xanesorê di encama destwerdana artêşa Iraqê de birîndarbûbû.