Derbarê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz de lêpirsin hat vekirin
Dosyaya lêpirsînê ya ku derbarê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz de hat amadekirin, ji Enqereyê re hat şandin.
Navenda Nûçeyan- Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, derbarê Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz de lêpirsîn da destpêkirin.
Derbarê dosyaya lêpirsînê de bi hinceta "Raye lêpirsîn û peyketina wekîlê ku tê îdiakirin ku beriya hilbijartinê an jî piştî hilbijartinê sûc kiriye, aîdê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê û ev der aîdê dadgeha cezayê giran e” biryara bêrayetî hat dayîn û ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê re hat şandin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, Salih Aydenîz hedef dabû nîşan û diyar kiribû ku dê derbarê wê de lêpirsîn bide destpêkirin.