Di salvegera 107’emîn de qurbaniyên komkujiya Sêfo li Qamişlo hat bîranîn
Partiya Yekitiya Suryanî ji bo bîranîna Komkujiya Sêfo ya 107’emîn ku di sala 1915’an de ji aliyê dewleta tirk ve li ser gelê Ermen, Aşûr û Suryan pêk hat, li bajarê Qamişloyê çalakiyek li dar xist.
Qamişlo- Dewleta tirk di 15’ê Hezîrana sala 1915’an de li ser gelê Ermen, Aşûr û Xirîstiyan komkujiyeke dijwar bi navê Sêfo pêk anî, di encamê de gelek mirov hatin qetilkirin û windakirin û ji cih û malên xwe hatin koçberkirin. Tevî ku ev sedsalek di ser vê komkujiyê re derbas bûye jî heya niha nehatiye jibîrkirin û ji bo vî gelî bûyereke bi êş e û her sal tê bibîranîn. Der barê vê yekê de, Partiya Yekitiya Suryanî li bajarê Qamişloyê ev bûyer bi bîr anî û şermezar kir.
Merasîma bîranînê bi xwendina wecîbeyên olî û wergirtina xêrê dest pê kir, paşê jî şênî ber bi Çarexerêya Katholik a El- Wusta ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve çûn da ku mûman ji bo giyanê şehîdên Komkujiya Sêfo vêxin. Piştî vêxistina mûman, şêniyan li Dêra Mar Gabriyel a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê merasîma xwe berdewam kirin.
“Dive dewleta tirk ji ber komkujiyên ku berî Sêfo û piştî wê kirine were cezakirin”
Di merasîmê de deqeyek rêz ji bo giyanê şehîdan hat girtin û paşê jî Hevseroka Partiya Yekitiya Suryanan Nezîra Korya der bare vê komkujiyê de axivî û got: “Dewleta tirk a faşîst der heqê gelê me de gelek komkujî pêk anîn ku nayên jimartin di dîrokê de û heya roja îro berdewam dike. Daxwaza me ji aliyên pêwendîdar ew e ku dewleta tirk ceza bikin li ber van kiryarên wê û wekî dewleteke xwînmij bê pênasekirin û ji ber terora xwe were cezakirin di dadgehên navdewetî de. Bêguman gelek dewleta bi vê bûyerê îtîraf kir ku komkujiyek bû li ser gelê Aşûr û Suryan û hî jî têkoşîn berdewam dike heta cezakirina dewleta tirk. Komkujiya Sêfo û Lihevkirina Lozanê rê li pêşiya 100 salê li pêşiya xwe vekirin ji qirkirin û sûcan re li ser pêkhateyên herêmê.
“Em hewl didin ji gelê xwe re pêşerojeke ronî di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ava bikin”
Nezîra Korya got ku ew hewl didin ji bo gelê xwe pêşerojeke ronî di bi sîwana Rêveberiya Xweser de ava bikin û wiha bi dawî kir: “Em îro bi hemû hêza xwe hewl didin ji bo gelê xwe pêşerojeke ronî di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ava bikin û Projeya Neteweya Demokratîk bicih bikin. Her wiha em destek didin her kesê ku bi me bawer e û îtîrafê bi mafê em bike, em ji dîrokê fêr bûn û ji bo vê yekê jî siayseta me li Sûriyeyê diyar bû, em jî bi birayên xwe yên Kurd û Ereb re bi riya QSD û Rêveberiya Xweser têkoşiyan li hemberî siyaseta qirkirina û dagirkeriya dewleta tirk.”
“Dîrok rojane xwe dubare dike”
Endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk PYD Şadiya Umer destnîşan kir ku dîrok rojane xwe dubare dike û komkujiyên dewleta tirk heta roja îro li ser gelan tên meşandin her wiha got ku dê bi hemû pêkhateyên xwe bi rengekî demokrat li ser axa Kurdistanê bijîn û li pêşiya van qirkirinan bisekinin û wiha pêde çû: “Em îro li vir amade ne ji bo bîranîna Komkujiya Sêfo ya 107’emîn ku li ser gelê Aşûr û Suryan ji aliyê dewleta tirk ve pêk hat. Bûyerên bi vî rengî ji bo gel û pêkhateyên Kurdistanê biêş in û bi wate ne ji ber ku ev ne cara yekemîn e ku komkijiyên wiha li ser me de pêk tên û heta roja îro berdewam dikin. Armanca dewleta tirk bi van sûcan ew e ku gelê me qir bike û gelekî din bike şûna wê, bi riya wê yekê guhertineke demografî bide avakirin. Tenê bi îradeyeke mezin û yekitiya gelan em ê bikaribin li pêşiya van qirkirinan bisekinin. Xwediyên vê axê gelê wê ne û dê tu kes nikaribe vê axê ji me bistîne, em dibêjin na ji qirkiririn, komkujî û tunekirinê re. Em ê bi hemû reng û pêkhateyên xwe li ser vê axê bi rengekî demokratîk bi hev re bijîn.”
Çalakî bi şanoyek der bare Komkujiya Sêfo her wiha bi pêşandana sînevîzyonek li ser wê hat bidawîkirin.