Jinên ji Dêrezorê: Emê bi perwerde û rêxistinbûnê şoreşa civakî pêk bînin
Kombûna Jinên Zenobiya bi dirûşmeya “Emê bi perwerde û rêxistinbûnê şoreşa civakî pêk bînin” bi armanca pêk anîna şoreşa civakî û li ser vê bingehê birêxistinkirin û kûrkirina lêhûbûna jinan civînek lidar xist.
Dêrezor – Ofîsa Kombûna Jinên Zenobiya bi komîteyên jin ên li Dêrezorê ji bo di hemu qadan de pêşketin û piştgirî dayîna jinan û her wiha ji bo avakirina zanistiya polîtîkayên şerê taybet ên li hemberî îradeya jinan tê meşandin civînek lidar xist.
Endama desteya rêvebir a Kombûna Jinên Zenobiya ya Bakur û Rojhilatê Sûrî Shahrazad Al-Jassem da zanîn ku endamên Kombûna Jinên Zenobiya ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo destpêkirina hemleyeke rêxistinkirî dixebitin.
Ji bo vegotina serpêhatî û tecrubeyên jinan çareserî bê hilberînin
Di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku armanca kampanyaya ew e ku di asta herî zêde de gihandina jinan û ji pirsgirêkên civakî yên jinan dijîn re çareseriyan bibînin û bi organîzekirina civîn û konferansan ji bo vegotina serpêhatî û tecrubeyên jinan çareserî bê hilberînin.
Ji bo civakek pêşketî û azadîxwaz dê perwerde bidin
Shahrazad Al-Jassem bi bîr xist ku di nava pirsgirêkên jinan jiyan dikin de, zewacên dibin 18 salî de, hevberdan û pir jinî û ji bilî rewşa derûnî ya jinan, şerê taybet ku bandor li serrewşa aborî dike, di kêmkirina rola jinan de jî bandorek giring dilêyze. Shahrazad Al-Jassem tekez kir ku ew e bi lidarxistina civîn û konferansan jinan perwerde bikin ku bigihin civakeke pêşketî û azadîxwaz.
Di nava hêmanên ku di nîqaşan civînê de derketin pêş de, ji bilî hewldana kêmkirina zewaca zarokên keç yên dibin 18 salî de, girîngiya projeyên aborî û derfetên kar yên ji bo jinan, vekirina dibistanên xwendin û nivîsandinê cih girt.