“Semra Guzel serê xwe netewand”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a diyar kir ku hewldanên serî tewandina Semra Guzelê ji desthilatê re bû dersek, wiha got: “Semra Guzel serê xwe netewand. Ji ber ku Semra Guzel, rêhevala Mehmet Sîncar e.”
Navenda Nûçeyan - Parlamenterê Mêrdînê Mehmet Sîncar, dema ku çû cihê qetilkirina endamên Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokrasiyê (DEP) Habîp Kiliç û Hîkmet Kiliç ji bo lêkolînan bike, tevî rêveberê Rêxistina Êlihê Metîn Ozdemîr di 4'ê Îlona 1993'an de bi êrîşeke çekdarî hat qetilkirin, di salvegera qetilkirina xwe ya 29’an de li ser gora xwe hate bibîranîn. Ji bîranîna ku li Goristana Şehîdan a Taxa Firat a navçeya Qosera Mêrdînê hat pêkanîn re Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altûndag, parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar, endamên partiyê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdar bûn.
“Em kujeran nas dikin”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a di bîranî de axivî, wiha got: “Em kujerên Mehmet Sîncar nas dikin. Em zanin bê kê fermana kuştina Mehmet Sîncar da û kê ew qetil kir. Lê belê tevî ku di ser re 29 sal derbas bûne jî hîn di doza Mehmet Sîncar de kesek nehatiye girtin. Ev yek sîstema hiqûqê û edaleta li Tirkiyeyê careke din radixe pêş çavan. Divê di vê dozê de Mehmet Agar weke bersûc were darizandin, diviya bû îtîrafkar hebûna, nayê qebûlkirin ku yek ji wan niha ne di girtîgehê de be û ne jî bên girtin.
“Kiryar hatin parastin”
Ne tenê di qetilkirina Mehmet Sîncar de, li Tirkiyeyê bi hezaran kesên navên wan di cînayetên kiryarên nediyar de derbas dibin, nayên darizandin û girtin. Berovajiyê wê tên parastin û xelatkirin.”
“Ji duh heta îro zilm neguherî”
Pervîn Bûldan, anî ziman ku di navbera Tirkiyeya beriya 29 salan û ya îro de tiştek nehatiye guhertin û wiha berdewam kir: “Tirkiye di salên 1990'î de çawa bû, di salên 2020'î de jî bi heman rengî ye. Qet pêşketin nîne, ne ji aliyê însanî ne jî ji aliyê wijdanî, hiqûqî û siyasî ve pêşketinek li Tirkiyeyê nîne. Di salên 90'î de kurd di nava kolanan de dihatin kuştin, yan jî li girtîgehan bi îşkenceyê dihatin qetilkirin, çixare li ser bedena wan dihate vemirandin û dihatin kuştin. Îro jî hestiyên kurdan di kîsikan de radestî bavê wan tê kirin. Hestiyên kurdan bi kîsikan bi kargoyê ji dayikên wan re dişînin. Ya ku li kurdan rewa tê dîtin zilm e û hîn jî dewam dike.
“Me tu carî serî netewand, em ê ji niha û pê ve jî netewînin”
Ew difikirin ku heke vê bikin wê kurd serî bitewînin, çokê deynin. Me gelek kuştin dîtin, gelek caran îşkence li me hate kirin, em hatin qetilkirin, lê belê me tu carî serî netewand, em ê ji niha û pê ve jî netewînin. Kiryara ku doh li hemberî wekîla me Semra Guzel hate kirin û ya di salên 1990'î de li Mehmet Sîncar û hevalên wî hate kirin weke hev in. Hewldana serî tewandina parlamentera me Guzelê ji wan re bû derseke baş.
“Semra Guzel serê xwe netewand”
Semra Guzel serê xwe netewand. Ji ber ku Semra Guzel hevrêya Mehmet Sîncar e, hevrêya bi hezaran hevalên me ye ku mîna Mehmet Sîncar hatin qetilkirin e. Em careke din soz didin gelê xwe, gelê kurd, Mehmet Sîncar û hevalên wî; bila dilê we rehet be. Em dersê ji we werdigirin û bi vî rengî hatine vê astê. Bi saya we em siyaseta demokratîk dimeşînin. Ji ber wê yekê em ê tu car serî netewînin û çok nedeynin. Ez careke din hevrêyê me Mehmet Sîncar bi rêzdarî bi bîr tînim û bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe li ber bîranîna wî ditewînim.”
Bîranîn piştî ku girseyê qûrnefîl danîn ser gora Sîncar bi dawî bû.