Parlamentera HDP'ê Semra Guzel hat girtin

Der barê Semra Guzel ku hatibû binçavkirin û duh piştî îfadeya dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin, biryara girtine hat dayîn. Hat diyarkirin ku dê Guzel bibin Girtîgeha Sîlîvriyê.

Navenda Nûçeyan - Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel ku bi hedef nîşandanê parêzbendiya wê hatibû rakirin û demildest ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve der barê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin, li Stenbolê hat binçavkirin.

Bi saetan hat sekinandin

Semra Guzel ku li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê dihat girtin, îro sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat kirin. Semra Guzel, bi saetan li Edliyeya Stenbolê hat sekinandin, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" bi riya SEGBÎS'ê îfade da Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê. Semra Guzel a ku îfadeya wê bi dawî bû, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Enqereyê hat kirin.

Wêneyan hincet nîşan dan

Hat hînbûn ku ji Semra Guzel di îfadeya wê li dozgeriyê de, pirsên têkildarî fezlekeya der barê wê de hatiye amadekirin, Îdiayên ku Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li Girtîgeha Jinan a Xarpetê girtin, di pêvajoya cezayê wê hatiye diyarkirin de li mala wê maye, piştî ku rakirina parêzbendiya wê, îfadeya ku şahidê vekirî der barê endamê PKK'ê Volkan Bora daye û “PKK’ê rêxistina terorê ye?" hatiye kirin. Semra Guzel a ku piştî îfadeya wê ya li dadgehê hat girtin, wêneyên wê yên bi Volkan Bora re hatibûn kişandin bi hinceta "endamtiya rêxistinê" hat girtin.

Hat diyarkirin ku dê Semra Guzel bişînin Girtîgeha Sîlîvriyê