Roza Otunbayeva wek balyoza Afganistanê hat tayînkirin
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku Seroka berê ya Kirgîzistanê Roza Otunbayeva wek balyoza nû ya Afganistanê tayîn kiriye.
Navenda Nûçeyan – Neteweyên Yekbûyî (NY) Seroka berê ya Kirgîzistanê Roza Otunbayeva wek balyoza xwe ya nû ya taybet tayîn kir û ragihand ku dê derbasî şûna Deborah Lyons Kanadî ku nîvê Hezîranê îstifa kir, bibe.
Tê payîn Roza Otunbayeva ku niha endama Encumena Bilind a Navbeynkariyê û Pêşîlêgirtina Pevçûn a Neteweyên Yekbûyî ye, mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya Afganistanê rêve bibe. Roza Otunbayeva ku wek Wezîra Karên Derve ya Kirgîzistanê jî erk dike, endamek parlamentoya Kirgizîstanê ye û di heman demê de Cîgira Nûnera Taybet a berê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Gurcistanê bû.
Di daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî de wiha hat gotin:
“Rosa Otunbayeva zêdetirî 35 salan di warê lîdertî, dîplomasî, tevlîbûna sivîl û hevkariya navneteweyî de xwedî tercûmeya pîşeyî ye. Seroka Komara Kirgizîstanê (2010-2011), sê caran wezîra karên derve û herî dawî jî di sala 2005’an de wek cîgira wezîr erk kir. Di sala 2007-2010’an de li Mîsyona Çavdêriya Neteweyên Yekbûyî li Gurcistanê (UNOMIG), wek Cîgira Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî erk kir. Hêj endama Encumena Bilind a Navbeynkariyê û Pêşîlêgirtina Pevçûn a Neteweyên Yekbûyî ye û Seroka Weqfa Însiyatîfa Roza Otunbayeva ya li Kirgizîstanê ye. Rosa Otunbayeva di heman demê de li Zanîngeha Dewletê ya Moskowê doktoraya Felsefeyê û ji Fakûlteya Felsefeyê ya li Zanîngeha Dewletê ya Moskowê mevzûn bûye. Di astek baş te Qirgizkî, Rusî û Engilizî dizane.”