Li Misrê jinek ciwan a 20 salî hat qetilkirin
Li parêzgeha Menoufia a li Bakura Misrê, Amani Abd al-Karim al-Jazzar a 20 salî ji aliyê mêrê ku daxwaza wî ya zewacê red kir ve hat qetilkirin.
Navenda Nûçeyan - Li Misirê jineke din hat qetilkirin. Li parêzgeha Menoufia ya li Bakurê Misirê, jinek ciwan a bi navê Amani Abd al-Karim al-Jazzar a 20 salî ji aliyê Shibl Muhammed ê ku daxwaza wî ya zewacê red kir ve, hat qetilkirin.
Kiryarê ku jina ciwan bi çekê birîndar kir ji cihê bûyerê reviya, jina ciwan di dema rakirina nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, hat diyarkirin ku Amanî Abd al-Karim al-Jazzar demeke dirêj e ji aliyê kujer ve hatiye tacîzkirin.
Li Misirê di mehên borî de jî êrîşên li dijî jinan qewimîn, 3 jin li parêzgehên cuda hatin qetilkirin.