Nobeta edaletê di roja 545’emîn de didome

Malbata Şenyaşar a li ber Edliya Rihayê têkoşîna edaletê dimeşîne di roja 545’emîn a nobetê de vê pêyamê ragihand: “Dê dayik ji çav û çokên xwe emeliyat bibe. Lê heya edalet neyê dermankirinê qebûl nake. Em tenê û bi tenê edaletê dixwazin.”

Navenda Nûçeyan – Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar a bi daxwaza edaletê li ber edliya Rihayê dabûn destpêkirin di roja 545’emîn de didome.

Ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye malbatê çalakiya xwe li mala xwe ya navçeya Pirsûsê domand. 

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal bang li Wezareta Dadê, Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag û Walitiya Rihayê kir û ev peyam parve kir: “Havîneke din jî xelas, em naxwazin zivistanê li ber deriyê edliyeyê derbas bikin. Daxwaza me bi temamî qanûnî ye. Dayik dê ji çavên xwe û çokên xwe emeliyat bibe. Heta ku edalet neyê, qebûl nake ku tedawî bibe. Em tenê edaletê dixwazin.”