Çalakiya konvedanê ya li pêşiya NY di roja 24’an de didome
Beşdarên konê çalakiyê ya li pêşiya NY destnîşan kirin ku heta hemû daxwazên wan bi cih bên, mafên wan bên misogerkirin û hemû êrişên ser ewlehiya herêmê bê girtin wê çalakiya xwe bidomînin.
Qamişlo – Çalakiya konvedanê ya HPC-Jin ku di 12’ê Tebaxa meha borî de bi dirûşma “Edalet û wijdana we li ku ye” bi armanca şermezarkirina kiryar û êrişên dewleta Tirk a dagirker a li ser gelên heremê hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 24’an de berdewam dike.
Di roja 24’an a çalakiya konvedanê de Hêzên Parastina Civakî HPC û HPC-Jin a Navçeya Çil Axa ya ser bi Kantona Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve piştgirî dan vê çalakiyê.
“Sîstema wan li gorî siyaseta welatên serdest û dagirker in”
Di çarçoveya çalakiya konvedanê de Endama Hêzên Parastina Civakê HPC-Jin Menîfe Silêman got: “Tevî êrîşên berdewam ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, berxwedana gel jî di bin kon de bi hêztir e. 24 roj in gelê herêmê her roj diherikin herêmê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin. Ez vê berxwedana gel silav dikim û hemû rêxistinên mafê mirovan ên ku îdiaya parastina zarokan dikin şermezar dikim û dibêjim ku ew rêxistinên parastina mirovan in ku karê xwe nakin û li gorî siyaseta welatên serdest û dagirker in.”
“Kêliyekê jî me berxwedana xwe bernedaye”
Menîfe Silêman di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser wê yek ku: “Bi dehan sal ji destpêka şoreşê ve me canê xwe û hezkiriyên xwe ji bo parastina xaka xwe feda kiriye. Hemû welatan guh û çavên xwe li hember tiştên ku diqewimin de girtine û ji bo vî gelî ku tenê parastina xaka xwe û destkeftiyên şoreşa xwe dike, tiştek nekirine. Gelê me tevî vê yekî jî, kêliyekê jî dest ji berxwedana xwe berneda û piştgirî da lehengên gelê xwe.”
“Tirkiyê ji berxwedana gelê me û hestiyên şehîdên me ditirse”
Menîfa Silêman bi van gogtinan dawî li axaftina xwe anî: “Em ê li hember kiryarên hovane yên Tirkiyeyê yên li herçar hêlên Kurdistanê li dijî gelê kurd bê deng nemînin. Tirkiyê ji berxwedana gelê me û hestiyên şehîdên me ditirse, ti pîvanên wê yên mirovatiyê nîne û li her dereke ku kurd lê hebe sûcên herîş hovane dike. Berî Demeke ne dirêj,dewleta tirk a dagirker hestiyên laşê xortekî kurd ê şehîd di kîsekî de radestî malbata wî kir, bavê wî jî goştê kezeba xwe xist destên xwe, lê haya wî jê tune bû. Tirkiye li dijî her Kurdekî li dijî ramana neteweya demokratîk e. Tenê bi êrîşên xwe yên li ser herêmên me tolhildana xwe derman nake, lê em weke gelê Kurd bi ewle ne û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî em ê berxwedana xwe bidomînin heta ku em bigihêjin tiştê ku em dixwazin.”