Rûniştina doza çeteyên DAIŞ'ê yên ku zaroka keçek a Êzidî revandin hat taloqkirin

4'emîn danişîna doza çeteyên DAIŞ'ê yên ku zaroka keçek a Êzidî revandin û li ser înternetê ya kûr hewl dan wê bifroşin hat taloqkirin.

Enqere- 4’emîn danişîna doza ku bi sûcdariya “bazirganiya mirovan” a li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên ku di sala 2017’an de zarokek keç a Êzidî revandibûn Tirkiyeyê û dixwestin wê li ser înternetê ya kûr bifroşin hat vekirin. 

Rûniştina ku li 15. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin; Hevberdevkên Komîsyona Zarokan a Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partiyê), Wekîla DEM'ê Ceylan Akça, Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD) ya Şaxa Enqereyê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Şaxa Enqereyê, Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û parêzerên endamên Hiqûqê Civakî û Demokrasiyê jî doz şopandin.

Her wiha Bersûc Sabah A.H.O. û hevjîna birayê wî jî beşdarî danişînê bûn.

Piştî parastina parêzer û bersûcan heyeta dadgehê danişîn taloqî 10'ê Îlonê kir.

Çi bûbû?

Rêxistinên hiqûqî yên Enqereyê ji bo lêpirsîna sûcên "li dijî mirovahiyê sûc" û "bazirganiya mirovan" li dijî endamên DAIŞ'ê yên ku keçeke 7 salî revandin û bi rêya înternetê wê firotina. Di Kanûna 2021’an de li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê giliyê sûc kiribûn,

Li ser serlêdana rêxistinên hiqûqî der barê çeteyên DAIŞ'ê de ji ber sûcê "bazirganiya mirovan" doz hat vekirin û ji ber sûcê "sûcê li dijî mirovahiyê" biryara neşopandinê hat dayîn. 

Dadgehê biryar da ku danişînên der barê dosyaya navborî de dê bi kamerayê bê dîtin.