Cezayê girtîgehê li hunermend Pinar Aydinlar hate birîn

Bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dijîtal cezayê girtîgehê yê salek û 6 meh û 22 roj li hunermend Pinar Aydinlar hate birîn.

Navenda Nûçeyan- Bi hinceta stranên di sala 2023’an de di 21’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê de striyayî û parvekirinên li ser medyaya dijîtal, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz li hunermend Pinar Aydinlar hatibû vekirin berdewam kir.

Danişîna ewil a dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Dêrsimê hat lidarxistin. Pinar Aydinlar û bi parêzerê xwe ji 26’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn.

Piştî parastinê, parêzer nêrîna xwe parve kir. Dozger got ku stranên hatine gotin di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de ne lê parvekirin wê dikevin çarçoveya “propagandaya rêxistinê.” Dozger xwest ceza li Pinar Aydinlar bê birîn.

Dadgehê jî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê da Pinar Aydinlar.