Ji bo 5 rojnamegeran cezayê hefsê hate dayîn

Dadgeh, di danişîna biryarê ya doza xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê tên darizandin de, cezayê hefsê da 5 rojnamegeran.

Navenda Nûçeyan – Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê bi KHK’ê hatibû girtin û derheqê 6 rojnameger û belavkarekî rojnameyê de doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ku rojnameger bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê”, “kîn û nefret di nava gel de belav kirine” û “pesnê sûc û sûcdar daye” tên tawanbarkirin, li 23’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Parêzer Sercan Korkmaz û Ozcan Kiliç di dozê de amade bûn.

Ji 5 rojnamegeran re cezayê hefsê hate dayîn

Şandeya dadgehê ji bo xebatkara rojnameyê Mizgîn Fendîk biryara beraetê da û dosyaya Pinar Tarlak jî bi sedema ku dosyayeke wê ya cuda didome, dosyaya wê hate cudakirin. Şandeya dadgehê bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” 3 sal û 9 meh cezayê hefsê da Mehmet Alî Çelebî. Bi heman hincetê li rojnameger Reyhan Hacioglû, Îhsan Yaşar, Îshak Yasul û Hîcran Urun jî 3 sal û mehek û 15 roj cezayê hefsê da.

Di heman demê de qedexeya derketina derveyî welat a rojnamegeran jî hate rakirin.