Ji bo Hevşaredar Sara Kaya ceza û biryara berdanê hat dayîn

Hevşaredara berê ya Nisêbînê Sara Kaya piştî biryara betalkirina Dadgeha Bilind careke din hat darizandin. Dadgehê 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li hevşaredara ku demek dirêj girtî ma û biryara berdanê da.

Navenda Nûçeyan-Hevşaredara berê ya Nisêbînê Sara Kaya ku di 13’ê Çileyê 2017’an de di serdegirtina malan de hat girtin, der barê wê de bi îdiayên ‘endamtiya rêxistinê’, ‘peywira xwe xera bikaranîn’  û ‘gel teşwîqê kînê kirin’ 16 sal ceza jia liyê 4’emîn dadgeha ceza giran a Mêrdînê ve hatibû birîn. Lê dadgeriyê ceza xera kirin û ji nûve hat darizandin. Duyemîn runiştina wê li 4’emîn dadgeha ceza giran a Mêrdînê hat dîtin. 

Sara Kaya ji ber çalakiya boykotê ya 4’ê Nîsanê ya girtiyan dabû destpêkirin tevli runiştinê nebû û parêzerên wê, parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamuran Tanhan, hevşaredara Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghan, aktîvîstên TJA’yê û DEM Partiyî tevli runiştinê bûn.

Parêzre Mehmet Emîn Kaya balkişand ser rewşa girtina Sarayê ya 7 sal 3 meh Û 29 rojan û daxwaza tahliyeyê hat kirin.

Dadgehê biryara xwe aşkera kir û bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 10 sal û 6 meh ceza birî, qedexeya derketina derveyê welat hat dayîn û biryara tahliyeyê dan.