Daraza mêr ji 'têkiliyên civakî û tevgera baş' cezayê kiryar kêm kir

Dosyaya Y. Çakmak a ku ji aliyê Mahmut Çakmak ê pê re zewicî bû û birayê wî A. Çakmak ê ku xwest bê qetilkirin, bi encam bû. Di dosyaya ku A. Çakmak hat berdan de, ji bo Mahmut Çakmak jî daxistina ceza hat pêkanîn.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Y. Çakmak di 12’ê Tîrmeha 2022’an de li navçeya Yenîşehîra Amed ji aliyê Mahmut Çakmak ê ku pê re zewicîbû û birayê wî A. Çakmak ve rastî êrişê hat û hewl dan wê bişewitînin. Jina ku destpêkê hat derbkirin û piştre hat xwestin bê şewitandin ji aliyê cîranên xwe ve hat rizgarkirin. Doza ku têkildarî bûyerê zêdetirî 2 salan e berdewam dike bi encam bû, darazê carek din îfadeya jinê esas negirt û kiryaran parast. Ji bersûcan A. Çakmak hat berdan û cezayê muebbeta giran ê der barê Mahmut Çakmak de dihat xwestin jî bi daxistina ceza bû 15 sal.

Piştî bûyerê Mahmut Çakmak û rojek şûnde jî A. Çakmak hatin binçavkirin û bi sûcê "bi zanebûn hewldana kuştina jinek” hatibûn girtin. Di îfadeyên hatin dayîn de Y. Çakmak behsa bûyerê kir, kiryar Mahmut Çakmak jî ev îfade da; "Dema dixwest min bişewitîne, bi şaşîtî bi xwe şewitî. Piştre ew çû mala cîranan, ez jî çûm marketê.” Îfadeya A. Çakmak ê ku diyar kir ne li cihê bûyerê bû, bi qeydên HTS’ê û kamerayan hat derewandin, di raporên nexweşxaneyê de jî hat diyarkirin ku birînên di bedena Y. Çakmak de çêbûne jiyana wê dixin xeteriyê û şop hiştiye. Îfadeyên şahidan ên di dosyaya têkildarî bûyerê de cih digrin jî Y. Çakmak piştrast kir.

Doza ku têkildarî lêpirsînê hat vekirin, li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Dadgeh, destpêkê bawerî bi îfadeyên kiryaran neanî. Meqema îdiayê, daxwaz kir ku A. Çakmak bi sûcê " bi zanebûn hewldana kuştina jinek” û Mahmut Çakmak jî bi sûcê "bi zanebûn hewldana kuştina hevjîna xwe” bê cezakirin. Dema darizandin berdewam dikir, kiryar A. Çakmak bi hinceta sûc ne eşkere ye hat berdan.

Ji bo giliya xwe paşve bikşîne rastî gefan hat!

Piştî berdana A. Çakmak, Y. Çakmak a hat xwestin bê qetilkirin jî ji aliyê kiryar û xizmên wî ve ji bo paşvekişandina giliya xwe bi awayekî pergalî rastî gefan hat. Y. Çakmak têkildarî mijarê gilî kir lê der barê A. Çakmak de tu muamele nehat kirin. Doza ku 2 salan berdewam kir jî meha borî bi encam bû. 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a ku di rojên borî de biryara xwe ya bi hincet amade kir, îmzeya xwe avêt bin biryarek ku kiryaran diparêze.

Dadgeh ji tevgera kiryarê ku gomlek li xwe kir bi bandor bû

Şandeya dadgehê, tevî îfadeyên derewîn ên A. Çakmak û qeydên HTS'ê yên ku vê rojê jî bi hinceta "sûcên der barê bersûc de nehatiye eşkerekirin" der barê A. Çakmak de biryara beraetê da. Der barê Mahmut Çakmak de jî bi berçavgirtina pêkanîna “sûcê kuştina bi zanebûn” li gorî xala 82/1-d’a Qanûna Cezayê ya Tirk cezayê muebbetê yê giran da. Piştre dadgeh, bi hinceta "kiryara bersûc di qonaxa hewldanê de maye" ceza daxist 18 salan. Şandeya dadgehê ku daxistin li pey daxistinê da, herî dawî der barê Mahmut Çakmak ê xwest Y. Çakmak bişewitîne de, qenaet anî ku "ji ber paşeroja kiryar, têkiliyên civakî, tevgerên kiryar ê piştî bûyer û pêvajoya darizandinê de divê bi asta 1/6 daxistin bê kirin” û ceza daxist 15 salan.

Poşmanî nîn e lê daxistin heye!

Bersûcan di tevahiya pêvajoya darizandinê de her dem sûcên xwe înkar kirin û der barê poşmaniyê de tu tişt nekirin. Hat hînbûn ku ji bilî biryara hat dayîn, gefên li dijî Y. Çakmak berdewam dikin û parêzer hewl didin dosyayê bibin dadgehek bilindtir.