Elmanya bi hinceta hevkariya qirkirina li Filistînê dê were darizandin

Nîkaragûayê bi hinceta ku Elmanyayê hevkarê qirkirina li Filistiniyê ye doza li Elmanya vekir li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî dest pê dike.

Navenda Nûçeyan- Nîkaragûayê bi hinceta "hêsankirina qirkirina Filistîniyan" doz li Elmanyayê vekiribû, wê îro li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî dest pê bike. Doza ku wê li Laheyê were dîtin wê ji gel re vekirî be.

Li ser îdiayên ku xebatkarên Saziya Alîkariyê ya ji Penaberên Filistînî re (UNRWA) ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî tevli êrişa Îsraîlê ya di 7’ê Cotmeha 2023’yan de bûne, hinek welatên ku Elmanya jî di nav de alîkariya malî ya ji saziya alîkariyê re birî bû.

Di destpêka meha Adarê de Nîkaragûayê daxwaznameyek ji 43 rûpelan pêşkêşî Dîwana Edaletê ya Navneteweyî kiribû, ji ber piştgiriya siyasî, malî û leşkerî ji Îsraîlê re Elmanyayê bi “hevkariya qirkirina li Xezayê” sûcdar kiribû.

Nîkaraguayê, Elmanya bi binpêkirina “Peymana Pêşîgirtina li Sûcê Qirkirinê û Cezakirina Sûcê Qirkirinê, Peymanên Cenevreyê yên sala 1949’an û Protokolên Pêvek û “prensîbên nikarin bên binpêkirin ên hiqûqa însanî ya navneteweyî” sûcdar kir, ji Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî xwest ku tedbîrên demkî yên li ser binpêkirina hiqûqa navneteweyî û rola Elmanyayê ya li Zîvala Xezayê bigre heta ku doz bi dawî bibe.

Roja yekem wê Nîkaragua parastinê bike

Di roja ewil a dozê de Nîkaragua dê parastina devkî bike. Di beşa sibê ya danişînê de, Almanya dê bersiva îdiayên der barê xwe de bide. Dadgeh dê piştî parastinên bi devkî, dê rojên pêş de têkildarî dozê biryara xwe aşkere bike.

Elmanyayê îdia red kir

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Elmanya Sebastian Fischer, beriya danişînê wiha got: “Em îdiayên nîkaraguayê qebûl nakin.” Sebastian Fischer, ji rojnamevanan re wiha got: “Elmanyayê ne Peymana Qirkirinê ne jî hiqûqa mirovî ya navneteweyî binpê kiriye û em ê li ber Dîwana Edaletê ya navneteweyî vê rastiyê vebêjin.”