Heyeta hiqûqî ya Nîkaragûayê: Elmanyayê ruxmê xetera qirkirinê jî çekan firot Îsraîlê

Heyeta hiqûqî ya Nîkaraguayê, di danişîna doza ku ji bo rawestandina piştgiriya leşkerî ya Elmanyayê ya ji Îsraîlê re li Dîwana Edaletê ya navneteweyî vekir, Elmanyayê bi gotinên‘tevî qirkirina li Xezayê dizane jî çekan diforeşe Îsraîlê’ sûcdar kir.

Navenda Nûçeyan- Nîkaragûayê li dijî Elmanyayê bi hinceta ku piştgiriya siyasî, aborî û leşkerî dide çalakiyên Îsraîlê yên li ser Xezayê û “piştgirî dide qirkirina Îsraîlê ya li Xezayê” li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî doz vekir. Danişînên ku dê du rojan bidomin duh li Laheyê dest pê kir.

Axaftina vekirinê ya Nîkaragua ji aliyê Balyozê Laheyê Haagê Carlos Jose Arguello Gomez ve hat kirin. Dadgehê demkî Serokwezîrê berê yê Urdunê, Dadgehê berê yê Dîwana Edaletê ya Navneteweyî û Cîgirê Serokê Avn Şevkat Al-Hasavne ya ku ji aliyê Nîkaragûayê ve ji bo dozê hatiye tayînkirin, sond xwar. Di danişînên ji raya giştî re vekirî hatin pêkanîn de, daxwazên Nîkaragûayê yên tedbîrên demkî yên ji bo heta encambûna doze zirarên nayên vegerandin pêk neyên ji Dadgehê daxwaz dike ku li dijî Elmanyayê biryarê bide, tên nîqaşkirin.

'Elmanyayê bi şandina çekan qirkirina li Xezayê hêsan kir'

Carlos Jose Arguello Gomez, bal kişand ku ji bilî binpêkirina gelek quralên hiqûqa navneteweyî, li Xezayê qirkirin tê pêkanîn û ev yek li ser medyaya dîjîtal li ber çavên mirovan pêk tê û Îsraîlê bi sûcdariya li dijî gelê Xezayê û Filistîniyan berhemên pîşesaziya çekan diceribîne, sûcdar kir. Carlos Jose Arguello Gomez, da zanîn ku Elmanyayê bi şandina çekan ji Îsraîlê re qirkirina li Xezayê hêsan kiriye. Carlos Jose Argüello Gomez, anî ziman li Filistînê jenosîd jî di nav de li dijî hiqûqa mirovî ya navneteweyî binpêkirinên cidî hene û da zanîn ku doza wan li pêşberî wan bûyerên girîng ên li ser jiyan û refah bi sed hezaran mirovan û heta tunekirina gelan e. Carlos Jose Argûello Gomez, diyar kir ku hikûmet û gelê Nîkaragûayê ji ber têkoşîna li dijî mudaxeleya leşkerî sempatiyek taybet nîşanî gelê Filistînê didin û bi bîr xist ku Nîkaragua jî rastî mudaxele û êrîşên leşkerî tê.

'Elmanyayê alîkariya leşkerî berdewam kir’

Carlos Jose Arguello Gomez, bi gotinên; "Nîkaragûa ne tenê ji bo xwe, li ser navê gelê Filistînê ku rastî yek ji kiryarên herî hilweşanker ên leşkerî ya dîroka nûjen hatine, tevdigere” û diyar kir ku piştî 26’ê Çileyê biryara Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya Îsraîlê li dijî Xezayê sûce qirkirinê tîne, biryar hatine dayîn ku Elmanya di şerê Xezayê de alîkariya xwe ya ji bo Îsraîlê rawestîne lê alîkariya xwe ya leşkerî berdewam kiriye. Carlos Jose Arguello Gomez, da zanîn ku ruxme birçîbûn û qeyrana mirovî ya li Xezayê qutkirina fonên UNRWA’yê ya ji aliyê hikûmeta Elmanyayê ve piştgiriya wî ya Îsraîlê nîşan dide.

'Îxracata teçhîzat û çekên Elman a ji bo Îsraîlê didome’

Yek ji parêzerên ku nûnertiya Nîkaraguayê dike, Dr. Danîel Mûller jî destnîşan kir ku Elmanya bi taybetî dayîna çekan her cure piştgiriyê dide Îsraîlê û wiha got: “Ruxmê xeteriya cidî ya hiqûqa mirovî û hiqûqa navneteweyî ya li Xezayê tê binpêkirin jî Elmanyayê piştgiriya xwe ya leşkerî bi dawî nekir. Danîel Mûller, destnîşan kir ku tevî xeteriyên li ser mirovahiyê jî rayedarên Elman çekan ji Îsraîlê re dişînin û wiha got: “Ne pekan e ku Elmanya nizanibe teçhîzatên leşkerî û çekên ku dişîne Îsraîlê, ji bo bombekirina zarok, jin û mêrên Filistînî tên bikaranîn."

‘Elmanyayê peymana Cenevreyê binpê kir’

Di danişînê de ji parêzerên Nîkaragua temsîl dike Alain Pellet anî ziman ku Elmanya ne tenê peymana qirkirinê, di heman demê de peyman Cenevreyê ya quralên ku di dema şer de were pêkanîn divê were hişyarîkirin jî binpê kiriye. Alain Pellet da zanîn ku Elmanya berpirsê şerê li Xezayê ku gihîştiye asta ‘cehenemê’ berpirs e. Hemû daxwazên ku ji aliyê Nîkaraguayê ve hatin kirin, xwedî erka zagona ku hemû dewletan eleqeder dike ye. Alain Pellet got ku di rewşa binpêkirina van qûralan de her dewletek li dijî dewleta ku binpê dike xwedî mafê vekirina dozê ye. Alain Pellet bal kişand ku ji derveyî Filistîniyên li Xezayê xaka din a Filistîniyan jî di bin dagirkeriyê de ye li Şerîaya Rojava jî rastî êrişên Îsraîlê û binpêkirinan hatine.

Di dawiya danişînê de Sefîrê Lahey ya Nîkargua Carlos Jose Arguello Gomez mafê axaftinê girt û diyar kir ku bi du awayan Elmanyayê sûcdar dikin û ev tişt got: “Ya yekem Elmanyayê erka xwe ya astengkirina qirkirinê bi cih neanîye. Ya duyem jî alîkarî daye asankirina pêkanîna qirkirinê. Elmanya ne tenê erka xwe ya astengkirina qirkirinê bi cih neaniye, di heman demê de rasterast sûdê daye pêkanîna qirkirinê.”

5 daxwazên îhtiyatî tedbîr

Di dîwana edaletê ya Navnetewî ya Nîkaragua der barê Elmanyayê de 5 daxwazên îhtiyatî tedbîr ên hikumetê wiha ne:

“Elmany a, peymana qirkirinê, hiqûqa mirovî ya navnetewî û mafê gelê Filistinê yê weke qedera xwe bi xwe diyar bike, normên din yên giştî hiqûqa navnetewî binpê dike, divê demildest alîkariya leşkerî ya dide Îsrail rawestîne.

Elmanya divê ew çekên ku radestî Îsrail kirin ji bo qirkirinê bi karneyne, ji bo sudê bide çalakiyên qirkirin û yan jî bi awayê hiqûqa mirovî ya navnetewî binpê bike bi karneyne, her cûrê hewldanê bike;

Elmanya ji bo erka xwe ya di çarçoveya hiqûqa mirovî de bi cih bîne divê demildest her tişta pêwîst bike.

Divê Elmanya biryara xwe ya rawestandina fînansmana UNRWA’yê ku parçeyek ji pêkanîna erka pêşîlêgirtina binpêkirina mafên mirovî ya gelê Filistînê û qirkirin û çalakiyên qirkirinê ye vekişe; ev biryar gelê Filistîn û bi taybetî ji bo xwegihandina Xezayê hemû tiştên pêwîst bike digre nava xwe. 

Elmanya divê teçhîzatin ya leşkerî ku di hiqûqa navneteweyî de di binpêkirina sûcan de tên bikaranîn, tedarîka Îsraîlê jî di nav de piştgiriya xwe qut bike û ev saziyên ku xebatên xwe bi UNRWA’yê ve girê didin berdewam bike, hiqûqa navneteweyî di encamê de binpêkirinên giran ên di quralan de ji bo bi dawî bike hevkariyê bikin.” Di danişîna îro de heyeta hiqûqa Elmanyayê, wê li dijî sûcdariyên Nîkaragua parastinê bike.