Dayikên Şemiyê: Ji têkoşîna me ya mafdar ditîrsin
Dayikên Şemiyê diyar kirin ku ew ê derbarê polîsên ku êrişî daxuyaniya ku 30’ê Tebaxê kiribûn de gilî bikin, bi gotina “Ji têkoşîna me ya mafdar ditîrsin” dest nîşan kirin ku dev ji têkoşîna xwe bernedin.
Stenbol - Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windakiriyan bipirsin û bi daxwaza faîl bên dîtin û darizandin di hefteya 910’emîn de li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê li hev civiyan. Xizmên Windayan, derbarê êrişa polîsan a li dijî daxuyaniya wan a li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê ya navçeya Kuçukçekmeceyê dê ji bo 30’ê Tebaxê Roja Windakiriyan a bi Darêzorê ya Cîhanê li dar bixistana, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê ne dest ji windakiriyên xwe ne jî dest ji mafên xwe berdin” hat vekirin.
“Armanca me daxuyanî û qerenfîl danîn bû”
Endama Komîsyona Windakiriyan a ÎHD’a Stenbolê Masîde Ocak daxuyanî da û diyar kir ku wan roja 30’ê tebaxê xwestiye daxuyanî bidin û qerenfîlan deynin ser goran lê polîsan êrişî wan kiriye. Masîde Ocak destnîşan kir ku Midûrê Şaxa Ewlehiyê Hanîfî Zengîn provokasyonan derxistiye û destûr neda ku çalakiya wan pêk were. Masîde Ocak da zanîn ku ji ber wan di çalakiya xwe de israr kiriye li ser fermana Hanîfî Zengîn bi sepana kêfî hevalên wan binçav kirine û bi sûcdariya belav nebûne wan birine midûriyeta polîsan.
“Em dest ji mafên xwe bernadin”
Masîde Ocak destnîşan kir ku ew ê mafên xwe yên qanûnî bixin dewrê û giliyê polîsan bikin û got: “Em wek malbat û xizmên windakiriyan bang li îktidara dixwaze me bêdeng bike dikin, hûn mafên me yên destûrî û qanûnî tune dihesibînin. Bêdestûr hiştina welat sûc e. Em ê ne dest ji têkoşîna ji bo windakiriyên xwe û ne jî dest ji mafên xwe berdin.”
“Em ji wan natirsin”
Di daxuyaniyê de Malbatên Windakiriyan jî axivîn.
Hevjîna Windakirî Fehîm Tosûn, Hanim Tosûn destnîşan kir ku îktidar û polîsên xwe ji têkoşîna Dayikên Şemiyê ditirsin û got: “Me tiştêk niha cara ewîl dît. Dema em çûn goristanê, em bi arteşek pir mezin ya dijmin re rû bi rû man. Dixwazin me bêdeng bikin, lê nikarin me bêdeng bikin. Ji têkoşîna me ya mafdar ditîrsin. Em ê qet û qet ji we netirsin.”
Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz jî wiha got: “Min bi destê xwe ewladê xwe radestî dewletê kir lê xwedî derneketin û wî winda kirin. Ez vê êrişa li dijî çalakiya me ya herî mirovî û xwezayî şermezar dikim. Nizanin ku êşa dilê dayikan çi ye. Ez gazî vê îktidara ku welat birêve dikim, we bi salan berê soz da dayika Berfo, wê doza xwe bicih bînin. Qedexekirina serdana goran û çalakiyan li dijî mirovahiyê ye. Herî zêde di dema AKP’ê de serdana goristanan hatin qedexekirin. Dest ji vê berdin.”
Ji malbatên windakiriyan Hasan Karakoç jî axivî û got radestikirina cenazeyan a bi kargoyan û telîsan bêwîjdanî ye.
Parêzerê Xizmên Windakiriyan Ahmet Cîhan jî anî ziman ew ê derbarê polîsên ku wezîfeya xwe xerab bikaranîne de gilî bikin.