Nagîhan Akarsel li Qamişloyê hat bibîranîn

Navenda Jineolojiyê bi hevkariya Zanîngeha Rojava, ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel, li Bexçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişloyê semîner da.

Qamişlo – Navenda Jineolojiyê bi hevkariya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo bîranîna endama Akademiya Jineolojiyê û rojnamevan Nagîhan Akarsel ku di 4’ê Cotmeha 2022’an de li Silêmaniyê bi êrîşek çekdarî hat kuştin, li Baxçeyê Xwendinê semîner da.

Semînerê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Her wiha Sînevîzyona ku ji aliyê Akademiya Jineolojiyê ve li ser jiyana Nagîhan Akarsel hatibû amadekirin hat pêşandan. Semîner ji aliyê mamosteya beşa Jineolojiyê ya Zanîngeha Rojava Xunav Mihemed ve hat dayîn. Di semînerê de pirs hatin pirsîn û beşdaran nêrînên xwe anîn ziman.

Her wiha helbest ji aliyê endamên Akademiya Jineolojiyê ve hatin xwendin.

Semîner bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” dawî bû.