Hilbijartinên Sûriyeyê lîstokek şanoyê ye: Jin ji pêvajoya hilbijartinê hatin vederkirin
Li Sûriyeyê hilbijartin destpêkirin û ji bilî herêmên di bin kontrola rêveberiya demkî de vemirî derbas bû. Bi milyonan Sûrî ji ber ku li dijî rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ne, ji mafê xwe ya dengdanê bêpar man.

Navenda Nûçeyan – Pêvajoya li Sûriyeyê ya di bin navê "Hilbijartinên Meclîsa Gel" de pêkhat, ji tayînkirinek ji aliyê rêveberiya demkî ve tê kirin, wêdetir neçû. Sêyan yekê kursiyan di destê “Colanî” de ye û sêyan du jî dîsa ji aliyê komîteyek ji aliyê “Colanî” ve hatiye tayînkirin ve, tê destnîşan kirin.
Îro hilbijartinên Meclîsa Gel a parlementoya Sûriyeyê dest pê kirin. Nîqaşên derbarê rastî û demokratîkbûna van hilbijartinan de jî didome. Gelo ev hilbijartinê an jî tayînkirin e? Gelo nûneriya hikûmetê an jî ya gel e? Ev pirsan ji kolanên Sûriyeyê tên pirsîn, lêbelê nayên bersivandin.
Nebûna rewatî û demokrasiyê didome. Hemû kesên ku desthilata Heyet Tehrîr El-Şam lêpirsîn dike, tê vederkirin. Ev desthilatî, di 8’ê Kanûnê de bi rêya peymanek navneteweyî û herêmî hikûmetê desteserkir û pêvajoya navendîkirin, vederkirin û paşguhkirinê didome.
Hilbijartin, tenê ji aliyê rêveberiya demkî ve tê rêvebirin. Jin, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hin bajarên mîna Suweydayê, ji pêvajoya hilbijartinê hatine vederkirin. Ev hemû, bêyî çavdêriya navneteweyî pêk tê.
Hilbijartinên îro, ji hilbijartinên berê yên di bin serokatiya Partiya Baasê ne cuda ye. Gelo dizîna meclîsa gel a bi vî awayî, wê heta kengî bidome? Ev pirsan, li gel Sûriyeyan dibe sedema hêrsek mezin.