Li Îranê yek ji awayên mêtinkariyê: Dayiktiya hilgir

Malzaroka jinên çîna jêrîn, ji ber xizaniyê vediguhere ‘xizmeta biyolojîk’. Ev di pergalên neoliberal ên weke Îranê de, mêtinkariya li ser bedana jinan e.

ŞÎLAN SAQZÎ

Diyardeya ‘dayîktiya hilgir’ (kirêkirina malzarokê) li Îranê, ne pêkan e ku tenê mîna çareseriyek bijîşkî yan jî peymana di navbera kesan de were nirxandin; divê ev diyarde, di çarçoveya pergalên newekheviyê yên aborî, zayendî û siyasî de bê nirxandin. Di nava van têkiliyan de, malzaroka jinê ji lebatekekî biyolojîk a taybet vediguhere sermayeya tê bazarkirin; ji vê veguherînê bazar, klînîk û çînên cudakar sûdê digrin û jin jî bi gelemperî ji ber xizaniyê, nebûna piştgiriya civakî û zextên çandî neçar dimînin bedana xwe pêşkêşî xizmetên kesên din bikin.

Bi vê nivîsê em ê hewl didin diyardeya dayîktiya hilgir, ne tenê mîna pirsgirêkek takekesî yan bijîşkî, mîna amûrkirina bedana jinê ya di nava pergala aborî-siyasî ya newekhev de bigrin dest. Li Îranê dayîktiya hilgir, piranî caran di rewşên xizanî, nebûna piştgiriya civakî û newekheviya zayendî de belav dibe; bi taybetî jî jinên ji çînên jêrîn, di bin zexta darayî de dibin amûra bazareke bêedalet. Di vê bazariyê de, bijîşk, klînîk û malbatên dewlemend qezenca sereke bi dest dixin, jin tenê ji bo domandina jiyana xwe, neçar tê hiştin ku bedana xwe pêşkêş bike.

Her wiha, ev nûçe armanc dike ku bêdengiya fermî ya têkildarî dayiktiya hilgir, nebûna qanûnên piştgirî û nenaskirina mafên jinan a li ser bedana xwe jî rexne bike. Li Îranê dayîktiya hilgir, piranî caran ji aliyê exlaqê olî, kontrola zayendî û çavdêriya navendî ya dewletê ve hatiye dorpêçkirin û li ser edalet, razîbûn û azadiya kesekî, ji nîqaşeke femînîst hatiye dûrxistin.

Mêtinkariya nexuyayî: Di beden û hestiyan de bi cih bûye

Aboriya bedana jinê, nîşan dide ku di hevbirîna kapîtalîzm û baviksalarî de, beden vediguhere amûrek hilberîn û qezencê. Zayend, çîn û erdnîgarî, di vê pêvajoyê de rewşa jinan diyar dike. Li Îranê, pratîkên mîna keda malê ya bêpere, firotina hêkan, dayîktiya hilgir, firotina por û karê zayendî yê veşartî, ne diyardeyên ji hev dûr in; xwedî pergalên rêxistinkirî yên li ser mêtinkariya biyolojîk û zayendî ne. Ev mêtinkarî, bi bêdengiya siyasî û zexta hiqûqî, didome.

Jin, di bin zexta xizanî û cudakariyê de neçar dimînin bikevin nava bazarek ku li ser bedana xwe ne xwedî maf in û ji parastina hiqûqî bêpar in. Dayîktiya hilgir, nîşaneya herî tazî ya vê kedxwariyê ye. Jinên ji çîna jêrîn, ji bo çînên jorîn vediguherin makîneyên hilberîna zarokan û dewlet ne roleke ku piştgiriyê bide, roleke ji bo bidestxistina qezencê dilîze.

Jin di vê pergalê de, ne mîna xwediyên bedana xwe, mîna çavkaniyek "madeya xam" tên dîtin. Tiştê ku navê "tercîha kesane" lê hatiye danîn, gotin, pêçana neçariyên aborî û çandî ye. Berxwedana li hemberî vê rewşê, tenê bi vegerandina gotina "mafê beden, edalet û îradeyê" ya ji bo navenda siyasetê, pêkan e. Mêtinkariya mijara gotinê, ne mîna pirsgirêkek kesane yan jî exlaqî, hewceyê gotinek femînîst û "jineolojî" (zanista jinan) ye ku mîna pirsgirêkek pergalî û siyasî tê pênasekirin e.

Rehendên mêtinkariyê

1. Xizaniya Aborî: Li şûna nan beden

Li welatekî ku xizaniya pergalî, bêkariya bi rêjeya zêde û di bazara kar de cudakariya li ser bingeha zayendî serdest e, gelek jin nikarin bigihîjin derfetên debara jiyanê. Di çarçoveyek bi vî awayî de, dayîktiya hilgir dibe riya "dahatê" lê ev bingeha xwe ne ji pisporî yan jî tercîha azad, ji mêtinkariya fîzîkî û çavkanî digre. "Sermayeya" dawî ya jina xizan, bedana wê ye û kapîtalîzm wê jî dikşîne nava bazarê.

2. Çanda baviksalar: Xwedîbûna bedana jinê

Di çandekî ku jin mîna metayeke "zarokanîn" û "xizmetkarên malbatê" tên dîtin de, li hemberî bikaranîna malzarokê ji bo kesên din, berxwedanek cidî bi pêş nakeve; ji ber ku bedana jinan jixwe bi gotinên olî, adetî û malbatî, ji bo mezaxtina kesên din hatiye pênasekirin.

3. Newekheviya hiqûqî û nebûna qanûnên parastinê

Jin, bêyî parastina qanûnî beşdarî peymanên dayîktiya hilgir, mêtinkarî, tundî yan jî kêmbûna mûçeyan dibin. Nebûna rêziknameyên qanûnî yên zelal, "bazarek gewr" diafirîne; ev yek jî ji bo navbeynkar, klînîk û çînên dewlemend sûdê dide qezenckirin lê jin li ser bedana xwe ne xwedî maf in.

4. Bazara li ser malzarokê

Dewlet û komên desthilatdar, diyardeya dayîktiya hilgir di bin navê "xizmetên berhemdarî" de pêşkêş dikin û hewl didin rastiyê veşêrin. Ev rastî mêtinkariya zayendî-aborî ya li ser bedena jinan e. Li Îranê, ev diyarde perçeyeke "biyo-siyasetek" ku jinan kontrol dike ye; li vir bedana jinê, vediguhere amûrên parastina malbatê, hilberîna nifûsê û xizmetkirina berjewendiyên dewlet û civakê.

Jin ji ber xizanî, baviksalarî, cudakarî û newekheviya siyasî neçar dibin malzaroka xwe kirê bidin. Ev ne tercîhek azad e; ew bersivek bi darê zorê ye li dijî pergaleke ku wisa qirêj bûye k utu bêyî firotina bedana xwe nikaribî debara xwe bikî.

Di vê çarçoveyê de, malzaroka jinên çîna jêrîn vediguhere "xizmeteke biyolojîk" jin ji bûyîna kirde derdikeve û dibe amûra ku pergala serdest ji nû ve hildiberîne. Ev di neolîberalîzmayên bi şêwaza Îranê de, mêtinkariya li ser bedana jinê ye; bazarekî ku malzarok tên kirîn û firotin lê belê jina xwediyê malzarokê, di nava pergalên qanûnî û çandî de nayê dîtin.

Polîtîkayên zextê û nedîtbarîkirinê

Dewlet û medya, bi gotina ‘alîkariya ji bo kesên pirsgirêka stewrî dijîn’ dayîktiya hilgir mîna pratîkek xêrxwazî ​​pêşkêş dikin.  Lê belê, ev gotin polîtîkayeke nedîtbarîkirina tundiya pergalê ye. Di vê pergalê de, jin neçarî zarokanî ne, heta ji bo kesekî din û bi bihayê qurbanîkirina beden û giyanê xwe. Jina di ducanibûn, xwarin an jî zayînê de ne xwedî mafê axaftinê ne, neçar in berhema bedana xwe radest bikin; ne mafê biryargirtinê heye û ne jî para wan a rûmeta mirovahiyê.

Bedana jinê dibe ‘axa di bin mêtinkariyê’ de ku biryargirtin, mulkiyet û qezenc aydî kesên din e. Ev pêvajo, têkiliyên mirovan vediguherîne peymanên pereyî û bedana jinan vediguherîne tişteke biyolojîk a bazarkirî. Pergala ku berê dest dida ser erdan, îro bedana jinê bi riya qanûn, bazar û bijîşkî dagir dike.

Ev pergal, di dîtinê de girêdayî “razîbûnê” ye lê belê ev yek razîbûnek di nava nizanî, newekhevî û nebûna piştgiriyê de hatiye ferzkirin e. Jinên ku dikevin nava vê bazarê, bi gelemperî kesên ji çîna jêrîn û bêparastin in; mîna modela ku kapîtalîzm ji bo avakirina hêza kar a bêdeng û erzan bi kar tîne ye. Dayîktiya hilgir, ji formên herî eşkere yên mêtinkariya biyolojîk e.

Asta siyasî ya bazara malzarokê

Dayîktiya hilgir, rastiyek siyasî-aborî ku di navbera çînên civakî, zayendan û saziyên fermî de têkiliyên hezê eşkere dike ye. Di vê pergalê de, bedena jinê vediguhere sînorê dawîn ê milkê taybet; kapîtalîzm heta ji fonksiyona biyolojîkî ya bedenê jî qezencê bi dest dixe. Ne pêkane ku mirov vê diyardeyê, ji xizaniya pergala, baviksalarî, bazara neolîberal û nebûna piştgiriya qanûnî cuda bigre dest. Dayîktiya hilgir, kedxwariyek hundirîn e ku bedana jinê dike rewşeke nedîtî lê di heman demê de mêtinkarî ye.

Li Îranê, xizaniya berfireh û derfetên kar ên sînordar, jinan ji hilbijartinek azad wêdetir, neçarî peymanek bi darê zorê dikin. Ev neçarî di encama pirsgirêka dabînkirina debara xwe de derdikeve ye; di nebûna piştgiriya civakî û qanûnî de, bedana jinê dibe çavkaniya wê ya dawî ji bo domandina jiyana xwe. Malzaroka jinê, veguheriye amûrekî ku di bazareke nefermî de tê kirîn û firotin.

Berxwedan û alternatîfa xwedîderketina li bedana jinê

Berxwedana li dijî vê pergalê, tenê bi ji nû ve zindîkirina gotinên mafên li ser bedena jinê û polîtîkaya azadiya jinê, pêkan e. Divê jin asta têkoşîna takekesî derbas bikin, hişmendiya femînîst û zanistî berfireh bikin, torên piştgiriyê yên serbixwe ava bikin û daxwaza edaleta aborî û civakî bikin. Encax, wê demê dê jin di siyasetê de bibin kirdeyên çalak û bedana wan ne bazar, wê bibe sembolên berxwedanê û ji nû ve pênasekirina rûmeta mirovan. Riya derketina ji vê çerxê, ne reformên bêrêkûpêk, guhertinên bingehîn ên di pergalên aborî û baviksalar de ne; berovajî vê yekê, wê jin bibin esîrên mêtinkariya biyolojîk.