Koçber ji bo bi ewle vegerin Serêkaniyê îmze kom kirin

Kampanyaya komkirina îmzeyan a ku ji aliyê komîteya Koçberên Serêkaniyê ve hatiye lidarxistin di roja duyemîn de berdewam dike. Koçberên Serêkaniyê tekez kirin ku çareserkirina doza gelê Sûriyê pêkanîna peymana 10’Adarê û vekirina riya diyalogê ye.

Kampanyaya komkirina îmzeyan a ku ji aliyê komîteya Koçberên Serêkaniyê ve hatiye lidarxistin di roja duyemîn de berdewam dike. Koçberên Serêkaniyê tekez kirin ku çareserkirina doza gelê Sûriyê pêkanîna peymana 10’Adarê û vekirina riya diyalogê ye.

Hesekê – Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kirin. Di encamê de bi hezaran kes neçarî koçberiyê bûn. Li ser bingeha berpirsyariya xwe ya exlaqî û qanûnî ya li hemberî pirsgirêka kesên ku bi darê zorê ji bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê hatine koçberkirin Komîteya Koçberên Serêkaniye dest bi rêzeçalakiyên bi dirûşma “Şeş sal ji koçberiya bi darê zorê û vegera bi ewle mafê me yê rewa ye” kirin.

Kampanyaya berhevkirina îmzeyan di roja xwe ya duyemîn û ya dawî de berdewam dike. Koçberên kampa Waşokanî û Serêkaniyê berê xwe didin konê çalakiyê ku li kampê hatiye vedan û bi daxwaza vegera bi ewle ya li warê xwe îmze didin.

Piştî bidawîkirina kampanyayê çalakiyek protestoyî li pêşiya avahiya komîseriya kar û barên koçberan a Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişloyê dê were lidarxistin û nameyek radestî komîseriyê were kirin.

Jinên Koçber ên Kampa Waşokanî bi riya ajansa me ji bo vegera bi ewle bang kirin.

Yazî Ehmed Esaf, yek ji jinên koçber ên li kampa Serêkaniyê, piştrast kir ku vegera bi ewle ji bo Serêkaniyê mafek e û ew daxwaza vê mafê dikin û got: "Em şeş sal in di kampê de dijîn û gelek êşê dikşînin. Em xwediyên milk û erdên xwe ne û dagirkeriya wan qebûl nakin. Hebûna me li kampê ji bo vegera malên xwe ye."

‘Ji ber dagirkeriyê em nikarin vegerin malên xwe’

Kzîvan Hessou piştrast kir ku ew nikarin vegerin malên xwe û Serêkaniyê di bin kontrola dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê de ye û wiha axaftina xwe wiha domand: “Em nikarin vegerin malên xwe heta di bin kontrola dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê de bin. Ger em vegerin, em ê bi awayên herî hov werin kuştin. Ji ber vê yekê, em ji bilî QSD'ê baweriya xwe bi tu hêzan naynin ji ber ku ew in ên  rûmeta me diparêzin. Divê peymana 10'ê Adarê were bicîh anîn û riya diyalogê ji bo vegera bi ewle bê vekirin û çareseriyeke ji bo pirsgirêka doza gelê Sûriyeyê were dîtin.”