Feleknas Ûca bi peyamekê piştgirî da meşvanên Enqereyê

Siyasetmedar û parlamenetera berê ya HDP'ê Feleknas Ûca di peyama ji bo meşa ‘Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin’ a TJA’re şand de got: “Em careke din têkoşîn û berxwedana we silav dikin. Em bi hêvî ne, hêvî bi azadiyê, azadî jî bi têkoşînê pêk tê.”

Navenda Nûçeyan- Siyasetmedar û parlamenetera berê ya HDP'ê Feleknas Ûca peyameke piştgiriyê ji meşa ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin ve di 1'ê Cotmehê de ji Amedê destpê kir û ber bi Enqereyê ve didome re şand.

‘Divê azadiya Rêber Apo pêk were

Peyama Feleknas Ûca bi vî rengî ye: Bi pêvajoya aştî û demokrasiyê re, em pêvajoya ku bi pêşengiya Rêber Apo destpê kiriye, weke jin bi fikrên azad ên jinan bi hev re, veguherînin azadiya Rêber Apo. Ji bo jiyana azad a bi hev re, em ê têkoşîna wî hîn mezin bikin. Ne tenê bi hêvî divê em bi giranî bi azadiyê nêzî vê meseleyê bibin. Çawa ku netewe ji bo azadiya Rêber Apo pêşengiyê dikin, ji bo me jî ji bo rêveçûn û serketina vê pêvajoyê divê azadiya Rêber Apo pêk were. Em careke din têkoşîn û berxwedana we silav dikin. Em bi hêvî ne. Hêvî bi azadiyê, azadî jî bi têkoşînê pêk tê."