Îran di 9 mehan de 38 jinan darve kir
Cezayê darvekirina jinan ku rejîma Îranê ji bo tirsandina civakê pêktîne, didome. Di 9 mehên borî de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 38 jin hatine darvekirin.

Navenda Nûçeyan – Komîsyona Jinan a Encûmena Nîştimanî ya Parastina Îranê di raporek xwe de bal kişand li ser daneyên darvekirina jinan a di neh mehên borî de.
Li gorî raporê, di nava 9 mehên borî de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hezar û 175 kes hatine darvekirin. Ji vana 38 jê jin in.
Di raporê de hate diyarkirin ku, tenê di navbera 30’ê Tîrmehê- 30’ê Îlonê de 14 jin hatine darvekirin. Ev jî tê wê wateyê ku her çar rojan carek jinek hatiye darvekirin.
Hate diyarkirin ku zêdebûna darvekirinên jinan, bi armanca tirsandina civakê ye ku jin hertim di serhildanên gel de pêşengtiyê dikin.
Li gor daneyan, di salên borî de hejmara jinên ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin wihaye; Di sala 2022’an de 15 jin, di sala 2023’an de 26 jin, di sala 2024’an de 34 jin û ji sala 2007’an heta niha li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî zêdetirî 300 jin hatine darvekirin.