Meclîsa Jinê destkeftiyên jinan ên di salên şoreşê de diparêze
Endama Koordînasyona Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Emoka da zanîn ku Meclîsa Jinê ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bûye sîwanek û destkeftiyên jinan yên salên şoreşê diparêze.

ZEYNEB ÎSA
Qamişlo – Di nav guhertinên siyasî û civakî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî çarçoveyek berfireh derketiye holê. Meclîsa Jinê hewl dide dengên jinên ji civakên cihêreng bike yek û bingehên çalakiyên hevbeş ava bike. Mafên wan garantî bike û beşdariya wan di biryardanê de zêde bike.
Meclîsa Jinê ji roja ku hatiye damezrandin heta niha, destkeftiyên jinan ên di salên şoreşê û Rêveberiya Xweser de hatine bidestxistin diparêze û wan bi rêya înîsiyatîfên siyasî, civakî û zagonî yên ku hewl didin wekheviyê bi dest bixin û bi awayekî çalak beşdarî avakirina pêşeroja Sûriyeyê li ser bingeha demokrasiyê beşdar bibin, bipêş bixe. Endama Koordînasyona Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Emoka ji ajansa me re behsa kar û xebatên Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
‘Armanca me mîsogerkirina mafê jinê ye’
Sîham Emoka behsa destpêka damezrandina Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û armanca wan a ji kar û xebatan, vegot. Sîham Emoka wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di sala 2019’an de Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat damezrandin. Ji bo ku bibe sîwanek ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, bibe sîwanek siyasî, civakî, çandî û zagonî ji bo tevahiya rêxistinên jinan yên di partiyên siyasî de. Nêzî 24 partî hene. Rêxistinên civaka sivîl, rêxistinkirina jinê Kongr Star û Kombûna jinan a Zenûbiya cihê xwe di Meclîsê de digrin. Kar û xebatên Meclîsê li ser hevgirtina jinê ya di cihê biryardayînê de û mîsogerkirina mefê wê di destûrê de ye. Çi di hevpeymana civakî, çi di Rêveberiya Xweser de, çi jî di ya Sûriyeyê de.”
‘Di Meclîsê de komîteyên destûrî û zagonî yên herî girîng in’
Sîham Emoka da zanîn ku di Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de du komîteyên sereke hene û her yek rola wan cûda ye û wiha berdewam kir: “Di Meclîsa Jinê de du komîteyên me yên girîng hene, Komîteya Zagonî û Komîteya Destûrî. Di destpêka damezrandina Meclîsê de me dît ku pêwîstiya me bi avakirina komîteyek heye. Me got hemû bi nerînek ka wê mafê me çawa parastî be di hundirê destûra Sûrî ya pêşerojê de. Ji bo wê jî komîteya me li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Hemû pêkhateyên herêmê cihê xwe di komîteyê de girtin. Me destûrên dewletan xwendin û di destûra Sûriyeyê ya çûyî de û hevpeymana civakî ye Rêveberiya Xwesr de jî me li ser nîqaş kir. Encam bi me re derketin ku nerîna jinê û destûra Sûriyeyê di pêşerojê de wê bi çi rengî be û mafê me çawa tê de parastî be.”
‘Hevpeymanek civakî bi taybetî bi jinê dê çêbibe’
Sîham Emoka rola Komîteya Zagonî ya di nav Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de vegot. Sîham diyar kir ku komîteya zagonî, berê zagoneke jinê bûye û wiha pê de çû: “Berî damezrandina Meclîsa Jinê, ev komîte hebû. Lê piştî damezrandina Meclîsa Jinê ku ji hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bû sîwan, Komîteya Zagonî bi Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hat girêdan. Em li ser perensîpên jinê û bendên taybet sekinîn û di konferansa xwe ya yekem de hat belgekirin. Zagona jinê wek ku tê zanîn kar li ser hat kirin û bû komîteya malbatê. Di wir de jî kar û xebat hat kirin û çi zagona ku girêdayê jinê be çênabe derkeve, ne ku di riya Meclîsa Jinê de be. Di hevpeymana giştî de em amade bûn weke Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi 5 endaman. Di wir de jî em dizanin ku mafê jinê hat mîsogerkirin, Meclîsa me ya jinê ket nav hevpeymana civakî û bû sîwan ji jinan re ku hevpeymanek civakî ya taybet bi jinê re çêbe. Ew hevpeymana taybet a bi jinê ku me destpê kiriye û ber bi dawîkirinê ve jî diçe, ew konfederaliya jinê ye. Ji ber ku wê ji komînê ve dest pê bike û ber bi Meclîsa gel ve biçe. Lê hîn di hundrê konferansa me de nehatiye belgekirin. Ji ber guhertinên ku di Sûriyeyê de çêbûn weke ruxandina Rejîma Esed, peymana 10’ê Adarê.”
‘Piraniya karê me li ser hebûna jinê ya di cihê biryara siyasî de ye’
Sîham Emoka bal kişand ser kar û xebatên ku li dar dixin û tekez kir ku wê wek Meclîsa Jinê mafê jinan biparêzin û wiha bi dawî kir: “Em gelek kar û xebat dikin ji bo jinan. Panel, semîner û kampanya ji bo Suweydaya ku rastî binpêkirinên giran hat, ji bo piştgiriya wan me lidar xistin. Me semînerên li ser tiryakê ku zirara wan heye, lidar xistin. Her wiha li ser xwekuştinê jî, li bajarê Reqa û Qamişlo panel hatin lidarxistin. Piraniya karê me li ser hebûna jinê ya di cihê biryara siyasî de ye. Lê tiştên ku bi jinê ve girêdayî ne û bandora wan li ser jinê hene, kar û xebat dikin. Em ê li ber xwe bidin û kar û xebatê bikin heta ku em mafê jinê mîsoger bikin.”