Leyla Guven ji seferatxaneyan name şand: Ji bo çareseriya aştiyane tevbigerin

Hevseroka TDK'ê ya berê ya girtî Leyla Guven di nameya xwe ya ji nûnerên 16 seferatxaneyan ên Enqereyê re şand de banga ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd kir.

Enqere-Heveroka Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) ya berê Siyasetmedara Kurd Leyla Guven ji girtîgeha jinan a Sîncanê nameyeke şand.

Leyla Guven nameya nivîsî ji bo 16 nûneriyên seferatxaneyên Enqereyê şand û ji bo çareseriya pirsgirêk Kurd bang li nûneriyên dîplomatî kir. He rwiha LYelayê di nameya xwe de da zanîn ku çareseriya aştiyane ji Îmraliyê derbas dibe û got hewcedarî bi pêvajoyek nû ya çareseriyê heye.

‘Muxatab Ocalan e’

Leyla Guven di nameya xwe de da zanîn ku divê ji bo aştiyê berpirsyarî bê girtin û divê pêvajoyek nû bê destpêkirin. Leylayê wih agot: “Di serî de li Îmraliyê û hemû girtîgehan tecrîdek giran heye. Heta ku ev binpêkiri nû îşkence bi dawî nebe pêvajoyek nû jî nayê destpêkirin. Dema welatê Kurdan li çar paçeyê hat veqetandin berpisyariya we heye. Demildest rol bigirin. Navnîşan Îmraliy e. Mutaxabê esas Abdullah Ocalane.”

 Sefaretxaneyên name jê re hatine şandin wihane: 

 *Sefaretxaneya DYA’yê ya Enqereyê 

 *Sefaretxaneya Almanyayê ya Enqereyê 

 *Sefaretxaneya Avusturya ya Enqereyê 

 *Sefaretxaneya Belçîkayê ya Enqereyê 

 *Sefaretxaneya Îngîlîstanê ya Enqereyê 

 *Sefaretxaneya Danimarkayê 

 *Sefaretxaneya Fransayê 

 *Sefaretxaneya Finlandiyayê 

 *Sefaretxaneya Hollandayê 

 *Sefaretxaneya Ispanyayê 

 *Sefaretxaneya Swêdê 

 *Seferatxaneya Îtalyayê 

 *Sefaretxaneya Kanadayê 

 *Sefaretxaneya Norveçê 

 *Sefaretxaneya Portekîzê 

 *Sefaretxaneya Yewnanîstanê