RJAK: Zîlan ji bo azadiyê qîr kir û bêdengî şikand

RJAK bi daxuyaniyek nivîskî Zeyneb Kinacî bi nas nav Zîlan bibîranî û bang li hemû jinan kir ku ji bo parastina rûmeta jinê, têkoşîna netewî û axa xwe bibin yek.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan RJAK bi daxuyaniyek nivîskî  28’yemîn salvegera çalakiya fedaî ya  Zeyneb Kinacî (Zîlan) di sala 1996’an de li dijî dewleta Tirk pêkanî bi bîranî û diyarkir ku çalakiya Zîlan bû sedema avakirina rêya azadiya jinan.

Di daxuyaniya RJAK’ê de wiha hate gotin: “Em di salvegera heval Zîlan de hemû şehîdên rêya azadiyê bi bîrtînin. Di meha Hezîranê de gelek jinên şoreşger ên wek; Şehîd Zîlan, Sema Yuce, Leyla Agirî, Bêrîvan, Raperîn Amed, Gulan, Leyla Yildiz û gelek jinên din ên têkoşer ji bo rûmeta xak û gelê xwe jiyana xwe fedakirine bibîrtînin. Zîlan dengeke yê heskirina ji bo rêbertî, gel, mirov û jiyanê bû. Ji bo azadiyê qêr kir û bedengî şikand û peyama, yê destdirêjî bike li ser xaka min wê negihe armanca xwe da.”

‘Ji bo parastina rûmeta jinê bibin yek‘

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Ji bo vegerandina cewherê jinê, Zîlan bang li guhên tarî yên jinbûyînê înkar dikin kir û nîşanî me da ku jinbûn rê li ber biryaran û avêtina gavên azadiyê nagire. Çalakiya Şehîd Zîlan wê peyamê da ku jiyana azad peywendiya xwe bi temenê dirêj ve nîne. Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe peyam da û got; ‘Ez bi canê xwe jiyanek bê mirin di afirînim ku hêjayî gelê min be’ da.”

RJAK di dawiya daxuyniyê de wiha got: “Di salvegera Şehîd Zîlan de em bang li hemû jinan dikin ku ji bo parastina rûmeta jinê, têkoşîna netewî û axa xwe bibin yek, ji ber ku bi azadiya jinê wê civak, tevayî mirovahî û jîngeh azad bibe. Berevajiyê wê bêyî azadiya jin, wê jiyan û rûmeta mirov weke qeşa li ber rojê têk biçe.”