Jinên Suweydayê bertek nîşanî xalên kontrolê dan

Jinê Suweydayê diyarkirin ku armanca ‘xalên kontrolê’ ên ku li Suweydayê hatiye avakirin tirsa ji gel e û gotin: “Zextên rejîmê me natirsînin.” Peyama berdevamiya çalakê dan.

ROCHELLE JUNÎOR

Suweyda- Xwepêşandanên gel ku piraniya wê ji gelê Durzî li Suweydaya kudikeve aliyê  li başûrê Sûriyeyê jiyan dikin pêktê. Çalakiyên  ji ber şerê navxweyî û qeyrana aborî ya zêde dibe, di meha Tebaxa 2023’an de li Qada Karam destpê kirî berdewam dike. Jinên beşdarî çalakiya 28’ê Hezîranê bûne bertek nîşanî avakirina xalên kontrolê ku ji aliyê hikumeta Şamê ve bi armanca kontrolkirina çalakiyan dan.

‘Dixwazin tevgera me milîtarîze bikin’

Ji jinên beşdarî çalakiyê bûne Hind Salah anî ziman ku ew li dijî avakirina xalên kontrole ne û wiha got: “Em xalên kontrole qebûl nakin. Armanca xalên kontrolê, ne avakirina rewşa ewelhiyê ye, armanca wan parçekirina Suweydayê ye, komkirina ciwanan û wan bikşînin nava artêşê ye. Divê xalên kontrolê ne li bajaran li sînoran hebe. Xalên kontrolê bi armanca tirsandina gel ava kirine. Em ji xwîn rijandinê dûrin, hewl didin tevgera me milîtarîze bikin.”

‘Armanca rejîmê eşkere bû’

Ji xwepêşanderan Sahar Hamza da zanîn ku ji bo xizmetê ji armanca hikumeta Şamê re dike naxwazin zarokên xwe bişînin perwerdeyê û wiha got: “Em ketin meha 11’an ya şoreşê û me nexwest em zarokên xwe bişînin perwerdê. Bi hinceta hişmendiya madeyên hişbir ji holê rakin gotin me xalên kontrolê ava kirine. Armanca van xalên kontrolkirinê em baş dizanin ew ciwanan ber bi refên artêşê ve bibe ye. Armanca rejîmê eşkere bû. Em xalên kontrole qebul nakin. Xalên kontrolê yek ji lîstoka hikumetê ye ku şoreşa me ya aştiyane bi xwînê qirêj bike.”

Bang li hemû jinan kir

Samer Adel ku di sektora tendirûstiyê de dixebite ev tişt got: “Hikumeta Şamê rastiya bi êş ya ku welat jiyan dike nabîne. Zarokên me li cihê ku ji welatê xwe koç bike mafê wan heye di welatê xwe de jiyan bikin. Sûriyê nufusa ciwan winda dike. Em bi biryarin ku ên ku li welat mane biparêzin. Em dixwazin şopê ji nifşên nûre bihêlin. Di sektora tendirûstiyê de jî paşketinek ya xizmetê ku bi çav tê dîtin heye. Ji bo daxwaza mafê xwe û dê zextên derve û rejîmê me ne tirsinin. Em bang li hemû jinên ku beşdarî tevgera aştiyane nebûne, dikin ku ji bo daxwazên xwe dabikevin qadan.”