Zeynep Kinaci li Dêrazorê hat bibîr anîn

Şêniyên kantona Dêrazorê Zeynep Kinaci (Zîlan) bi bîr anî û soza şopandina têkoşîna wê da.

Dêrazor – Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê bi hevkariya Meclisa rojava ya herêma Kisaryê ji bo bîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) çalakiyek li dar xist. Çalakî bi amadebûna endamên kombûnê, saziyên sivîl û meclisên xwecih beşdarî pêk hat.

Di çalakiyê de endama berdevaka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê Xîtam El Salih nameya Zeynep Kinaci xwend û behsa têkoşîn û çalakiya wê  kir.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.