Li Wanê jin Plana Stratejîk a pênc salan amade dike

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê starta xebatên Plana Stratejîk a 2025-2029’an hate dayîn. Xebatên planê ku jin wê pêşeng bin de, wê gel şêwe bide.

Navenda Nûçeyan- Xebatên amadekirina Plana Stratejîk a şaredariya Wanê, Hevşaredara Bajarê Mezin Neslîhan Şedal û endamên meclîsê Oznûr Evîn û Leyla Çelîk bi sazî û midûriyetên jinan re bi civîna çapemeniyê ya li darxistin de dest pê kir.

Di civînê de hat ragihandin ku dê stratejî û çalakiyên ku dê siberoja Wanê biafirînin bên diyarkirin. Di dema ku amadekariyên plansaziyê ji aliyê sekreteriya avakirî ve were meşandin. Di heman demê de civîna destpêkê ya sekreterya hate li darxistin.

Li xalên cûda yên bajar wê stand werin vekirin

Di çarçoveya plansaziya stratejîk a ku dê li ser bingehên beşdar, nûjen û domdar bê avakirin, lêkolînên anketê, civînên gel, hevdîtinên bi serokan re û civînên bi rêxistinên sivîl re dê bên organîzekirin. Di standên ku li xalên cuda yên bajêr tên vekirin de dê nêrîn û pêşniyarên welatiyan bên girtin. Di vê çarçoveyê de wê bi jin, ciwan, zarok û astengdaran re hevdîtinên cuda bên lidarxistin. Di bin van hemû daneyan de wê di navbera 25-26’ê Tîrmeha 2024’an de komxebatek bê lidarxistin û nexşerêya Plana Stratejîk bê diyarkirin.

Destpêk Jin

Armanca lêkolînên plansaziya stratejî, ku tê de stratejiyên dema bê dê bên diyarkirin, zêdekirina kalîteya xizmetguzariyê ya ji gel re, misogerkirina razîbûna welatiyan, avakirina rêveberiyek zelal û berpirsiyar û misogerkirina beşdariyê ye. Plana Stratejîk a 2025-2029'an ku plansaziyên ji bo siberoja bajêr bi çareserkirina pirsgirêkên di warên cuda de bên diyarkirin, wê stratejiya rêveberiya şaredariyê bi gel re jî derxe holê.

‘Em ê nexşerêya xwe diyar bikin’

Endama Meclîsa Şaredariya bajarê Mezin a Wanê û hevkordînatora Planên Stratejîk Leyla Çelîk di civînê de axivî û diyarkir ku pilanên wan di asta nexşrê deye û wiha got: “Em dixwazin planek stratejîk a bejdarî û nûbûn û berdewam bike bixin holê. Em dixwazin xebatên ku hemû gelê Wanê bigre nava xwe bikin. Nêrînên gel ji bo me giringin. Ji ber vê emê anketên bejdariyek zêde li ser medya dijîtal û bi gel re rû bir û pêkbînin. Bi hevdîtinên gel re emê bendewariyan ji devê yekem bi bihîsin. Bi muxtarên taxan û rêxistinên civaka sivîl re emê dayîn û standina fikir bikin. Em ê di komxebata berfireh ku di dîroka 25-26’ê Tîrmeha 2024’an de li dar bixin û nexşrêya xwe diyar bikin.”

‘Em ê çi ji destê em tê zêdetir bixin holê’

Leyla Çelîk bal kişand ku bi taybet di demên qeyûm de xizmetên hatin paşxistin gel mexdûr kiriye û 7-24 saetan wê ji bo gel xizmetê bikin û wiha got: “Em ê li hemû qadên hatine îhmalkirin xebat bidin meşandin û emê hewl bidin bajarê xwe bînîn halê lê jiyan kirinê. Ji bo Wanê çi ji destê me tê zêdetir emê bixin holê. Em sipasiya her ast û kesê ku sûd dide plana stratejîk dikin.”