Dayikên Şamiyê vê carê ji bo Abdulvahap Ateş bang kirin

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de, li aqûbeta Abdulvahap Ateş ku di sala 1994’an de hat windakirin pirsîn û diyar kirin ku wê tu carî rê nedin ser heqîqetê were girtin.

Stenbol- Dayik-Mirovên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 1005’an de bi daxwaza pirsa windakiriyên di bin çavan de, aqûbeta xizmên xwe û darizandina kiryaran li Qada Galatasarayê bûn.

Di çalakiya vê hefteyê ya Dayikên Şemiyê ku parêzavanên mafên mirovan piştgirî didin wan de, li aqûbeta Abdulvehap Ateş ku di sala 1994’an piştî hat binçavkirin û windakirin pirsîn.

Li ser navê Dayikên Aştiyê metna çapemeniyê sekretera Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê Oya Ersoy xwend, bertek nîşanî girtîna qadê li Dayikên Şemiyê da û got: “Li cihê Qada Galatasarayê, em li berameberî bariyerên polîsan in.”

Piştî ku hat binçavkirin hat windakirin

Oya Ersoy da zanîn ku Abdulvahap Ateş li Qosera Mêrdînê ji aliyê leşkeran ve li gel birayê wî piştî hat binçavkirin û îşkence û lêpirsînkirin êdî tu xeberek jê nehat girtin û wiha got: “Piştî bûyerê 3 rojan, agahî hat ku li derdorê Qoserê, pevçûnek çêbû û endamên du rêxistinan hatin kuştin. Lê belê kesên ji aliyê leşkeran ve hatin kuştin keyayê gundê Katarli ku kesên hatin kuştin xistin traktorê û erkdarê goristanê ku kar û berên definkirinê dike diyar kirin ku kesên hatine kuştin cilên rojane yên sivîlan li wan bûne û mirovên sivîl bûn. Tevî hemû hewldanên malbatê nehat zanîn ku ka Abdulvehap yek ji van kesane yan na. Ji nobedar Abdulvahap ê 24 salî êdî tu agahî nehat girtin.”

‘Bi riya darazê ser heqîqetê hat girtin’

Oya Ersoy destnîşan kir ku hemû hewldanên malbata Abdulvahap Ateş bê encam mane û anî ziman ku di doza piştî 19 salan hatiye vekirin de der barê berpirsan de biryara bereatê hatiye dayîn û got: “Malbata Ateş 30 sal in nizanin ka çi bi serê kurê wan ve hatiye, daxwazên wan ên edaletê nehat bicih anîn. Bi riya darazê ser heqîqetê hat girtin. Çend sal derbas bibin bila bibin ji bo Abdulvahap Ateş û hemû windayên me em ê dest ji daxwaza edaletê, bernedin û her dem bînin bîra dewletê.”

‘Dilê me her Şemî li gel we li Galatasarayê ye’

Piştî daxuyaniyê nameya birayê Abdulvahap Ateş Omer Ateş ji aliyê Sebla Arcan ve hat xwendin. Di nameya Omer Ateş de ev tişt hat gotin: “Em dixwazin êşa xwe ya ku 30 sal in didome hesabê wê were dayîn. Hê birayê me 24 salî bû ji me girtin û çi bi serê wî de hatiye em nizanin. Em xizmên windayan li ku bin bila bibin, Galatasaray ji bo me jî cihê ku em wêneyê windayên xwe lê bilind bikin e û navê wan bi bîr tînin. Dayikên Şemiyê yên bi rûmet, dilê me her Şemî li gel we li Galatasarayê ye.”

Çalakî bi danîna qurnefîlan li qadê bi dawî bû.