Ji 27 welatên cuda jin serdana Partiya DEM’ê kirin

Koma Xebatê ya Wekheviya Zayendî ya Tifaqa Pêşverû serdana Serokatiya Herêma Stenbolê ya Partiya DEM'ê kir. Di serdanê de hat diyarkirin ku pirsgirêkên jinan hevpar in û bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar.

Navenda Nûçeyan-Koma Xebatê ya Wekheviya Zayendî ya Hevbendiya Pêşverû ya ku ji 27 welatên Ewropa, Rojhilata Navîn û Afrîkayê jin di nav de cih digirin, li Stenbolê kom bûn û komxebata xwe ya yekemîn li dar xist. Komxebata du rojan wê ji çapemeniyê re girtî be. Di komxebatê de dê li ser çawaniya dîtina xalên hevpar ên çareseriyê û her wiha pirsgirêkên jinên cîhanê bi taybet zayendî dijîn nîqaş bên kirin. Beriya komxebatê jinan serdana navenda Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) a bajarê Stenbolê kirin. Jin ji aliyê parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Ceylan Akça, Hevseroka bajêr Gonca Yangoz, Berdevka Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Ebru Gunay, Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê Elîf Bulut û rêveberên partiyê ve hatin pêşwazîkirin.

Jinan bal kişandin ser xeta hevpar a têkoşînê. Her wiha jinan gotin ew ê li dijî zextê xeta têkoşînê mezin bikin.