Xizmên Windayan: Em ji bo Ramazan Yuce edaletê dixwazin

Xizmên windayan di hefteya 803’yemîn a çalakiyên xwe yên li Amedê de careke din ji bo Ramazan Yuce yê ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wan nediyar ve hat qetilkirin edalet xwestin.

Amed-Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan li Amed û Êlihê wek her hefteyê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam kirin. 

Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê di hefteya 803’yemîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû çalakî li dar xistin. Xizmên Windayan û rêveber û endamên ÎHD’a Amedê tev li çalakiyê bûn û wêneyên qurbaniyan li erdê raxistin û hildan. 

Di çalakiya vê hefteyê de ji bo Ramazan Yuce 29’ê hezîrana 1992’yan ji Farqînê ji bo ezmûna lîseyê diçû Amedê û dema vedigeriya ji pişt ve ji aliyê kes û kesên çekdar ve hat qetilkirin, edalet hat xwestin. 

‘Tirkiye berpirsiyarên van sûcan e’

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn di çalakiyê de axivî û bi bîr xist ku îro roja bidarvekirina Şêx Seîd û hevalên wî ye û wiha got: “Gelek rêber û rêveberên kurdan ji ber têkoşîna kurdî hatin binçavkirin û windakirin. Me hê jî xwe negihandiye cenazeyên wan. Em hemû baş dizanin ku hatine qetilkirin. Tirkiye vê polîtîkaya xwe ji beriya avakirina komarê ve didomîne. Tirkiye hemû dosyeyên cînayetan bi demboriyê re rû bi rû dihêle. Dozger bêyî ku daxwazên me qebûl bikin, bi demboriyê re ser dosyeyan digirin. Dozger û dadgerên ku ser dosyeyan digirin û û hekîmên ku raporên tiba edlî didin jî bi qasî kujeran sûcdar in. Tirkiye berpirsiyarên van sûcan e.” 

'Rêxistina Hîzbullahê bi piştgiriya dewletê qetil kir'

Endamê ÎHD’ê Firat Akdenîz metna daxuyaniyê xwend û wiha got: “Ramazan Yuce zewicî û bavê 7 zarokan bû. Ew li Dibistana Herêmî ya Şevînê ya Farqînê wezîfedar bû. Ew piştî darbeya sala 1980’î gelek caran hatiye binçavkirin û di îşkenceyên giran re hatiye derbaskirin û hatiye berdan. Di navbera salên 1991-1997’an de li Farqînê gelek cînayetên faîl nediyar qewimîn. Rêxistina Hîzbûllahê desteka dewletê dabû pişt xwe û bi taybetî li navenda navçeyê gelek cînayetên faîl nediyar pêk anî. Yek ji kesên ku bû qurbanê van cînayetan jî Ramazan Yuce bû. 

Keça mezin a Ramazan Yuce jî di wê heyamê de di encama êrişa Hîzbullahê de bi giranî birîndar dibe û rizgar dibe. Malbat her tim bi gef û zextan re rû bi rû dimîne. Ramazan Yuce ji bo lîseyê ji derve de biqedîne tê Amedê dikeve ezmûnê. Şeveqê ji hevjîna xwe re dibêje, ‘vaye ez diçim lê min xewnên nexweş dîtin. Heke tiştek ji min bibe keça me ya destgirtî bila bizewice.’ Piştî dixwaze ji Amedê vegere Farqînê li Kuçeya Lalebey ji pişt ve bi êrişek çekdarî re rû bi rû dimîne û li wir jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê wî li navenda Farqînê tê veşartin. Merasîma cenazeyê Ramazan Yuce pir qerebalix derbas dibe. Hêzên tarî yên wê demê diçin êrişî merasîmê jî dikin. Ji wê rojê ve heta roja me ya îro bûyer wek faîl nediyar hatiye tomarkirin.”

Akdenîz xwest ku kujer û berpirsiyar bên tespîtkirin, derxin pêşberî darazê û bê cezakirin û got: “Em ji bo Ramazan Yuce ê ku 32 sal berê li kuçeyek vî bajarê me hat qetilkirin, edaletê dixwazin.” 

Ji bo bîranîna Yuce û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û piştre çalakî bi dawî bû