Kesên li Serdeştê jiyana xwe ji dest dabûn li Helebceyê hatin bibîranîn

Îro li bajarê Helebceyê ji bo salvegera 37’emîn a kîmyabarana li ser bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Helebce- Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebceyê û Tora Rêxistina Helebceyê bi hevkariya Rêveberiya Giştî, Rewşenbîrî û Hunerî ya Helebceyê ji bo salvegera 37’emîn a kîmyabarana li ser bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê merasîma bîranînê li dar xistin. Di merasîmê de gelek kes amade bûn û her wiha belgefîlma bi navê ‘Keziyên dawî’ hat pêşandan. Fîlm behsa kîmyabarana li ser  bajarê Serdeştê dike û jiyana bi karesat a xelkê radixe ber çavan.

Endama Tora Rêxistina Helebceyê Nexşîn Namiq wiha got: “Em li vê derê ji bo bîranîna salvegera kîmyabarana li ser Serdeştê li hev kom bûne. Sibê dema hilbijartinên serokomariya Îranê ye, rê nayê dayîn em li Serdeştê ji bo salvegera kîmyabaranê merasîmê li dar bixin. Em hevxemiya xwe ji bo hemwelatiyên Serdeştê diyar dikin û ew valahiya ku li Serdeştê heye, em li Helebceyê tije dikin û merasîmê li dar dixin.”

Bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê di sala 1987’an de ji aliyê rejîma Beas ya Iraqê ve, di dema şerê Îran û Iraqê de hat bombebarankirin û kîmyabarankirin. Li gorî daneyan 136 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 8 hezar kes birîndar bibûn.