Jinên ji 30 welatan bi reng, berxwedan û coşa xwe li Tûnisê ne
Jinên ji 30 welatên cîhanê li Tûnisê li hev civiyan û dest bi 3'yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê kirin.
NAZIHA BOUSSIDI/ZOUHOUR MECHERGUI
Tûnis - Jinên cîhanê bi xebatên xwe yên hevpar yekitî û berxwedana xwe gur dikin. 3'yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê ku ji nêzî 30 welatan delegeyên jin beşdar bûn, duh li Tûnisê bi meşekê dest pê kir. Jinan bi reng û alên xwe yên neteweyî cihê xwe di meşê de girtin. Hemû jinan bi yek dengî bi her zimanî dirûşm berz kirin.
Di konferansa ku wê di navbera 4-10'ê Îlonê de bê lidarxistin de, jin wê behsa tecrubeyên xwe bikin û di bin gelek mijaran de nîqaşan pêk bînin. Di konferansa ku duh piştî meşê dest pê kir de, çalakiyên roja vekirinê hatin lidarxistin.
“Jin têkoşîna xwe didomînin”
Jinên beşdarî konferansê bûn, bi axaftinên ku ji ser dika konferansê kirin vekirina konferansê ragihandin û diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî zilm û zordariyê gav bi gav bi pêş bixin. Monîca Garner anî ziman ku ew rewşa jinên ji welatên cuda dişopînin û berxwedana li dijî zext, tundî, çewisandin û zehmetiyan dişopînin her wiha bal kişand ser zehmetiyên ku ew dikşînin. Monica Garner 3. Konferansa Jinan a Cîhanê weke konferanseke mînak a ji bo pirsgirêkên jinan li ser bingehên hevpar bên nîqaşkirin pênase kir her wiha destnîşan kir ku jin hewl didin ji bo maf û çarenûsa xwe hemû astengiyên li pêşiya xwe derbas bikin û têkoşîna xwe didomînin.
Têkoşîna ji bo wekheviyê didome
Seroka Komeleya Jinan a Demokratîk a Tûnisê Naîla El-Zaglamî diyar kir ku ew daxwaza xwe ya wekheviyê bi her awayî dubare dikin û destnîşan kir ku divê têkoşîna li dijî her cure cudakariyê, di nav de mûçeyên wekhev ên ji bo xebata wekhev, bê kûrkirin û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan berdewam bike.
Merasîma vekirinê bi dîmenên rengîn bû coşa konferansê teyisand...