Jinên Filistînî li hember koçberiya bi darê zorê li ber xwe didin
Tevî windakirina stargehê û dijwariya dorpêçkirin û bombebaranê jî, jinên Filistînî hê jî li ser axa xwe ne, red dikin ku koçber bibin. Ew di nav kavil û wêraniyê de xwe dispêrin rehên xwe.

NEXEM KERACÊ
Xeza – Êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê du sal in didomin. Di van du salên ku gel bi koçberiya bi darê zorê re rû bi rû hat. Koçberî an jî mirina bi êrişan an jî ji ber rêgirî û birçîbûnê weke hilbijarde ji gel re hat hiştin.
Di dilê bajarekî de ku sebra wî ji ber bombebarana bênavber û dorpêça bêrehm şikestiye, Sumaya El-Qanû li ser piyan e ya ku red dike ber bi başûr ve koç bibe û jiyana li ser kavilan pejirandiye. Ya balkêş ew e ku ew ne dozek tenê ye, lê şahidiyek ji bo hilbijartineke kolektîf e ku gelek kes parve dikin, çi qas trajediyên zêde bibin jî.
‘Em ê herin ku derê?’
Tevî hilweşîna stargeha wê ya dawî li bajarê Xezayê jî, Sumaya El-Qanû teslîm nebû. Di şûna wê de, wê helwesta xwe êşdar eşkere kir: “Ez ê tu carî dernekevim, her çend ew me li vir bikujin jî. Em ê herin ku derê? Ev axa me ye û em ê bajarê Xezayê ji kê re bihêlin?”
Kêlî dema ku wan ji hêzên Îsraîlê hişyariyek girt ku di nav 10 deqeyan de stargehên lê bicih bûne vala bikin, dest pê kir. Ev avahî ji 13 qatan pêk tê û tê de koçber bi cih bibûn.
‘Tenê zarokên xwe xilas kir’
Sumaya El-Qanû vê dîmenê wiha vedibêje: “Bang roja Înê saet 12 û nîvê nîvro hat. Ev agahî di nava niştecihan de panîk belav kir. Gelek kesan tiştên xwe ji jor ve davêtin erdê, ji ber ku dem tunebû hemû tiştên xwe xilas bikin. Min derfet nedît ku bîranîn û cilên xwe xilas bikim. Tekane min hewl da zarokên xwe ji mirinê xilas bikim û bibim cihek bi ewle. Siyaseta wêrankirina avahiyên niştecihbûnê yek ji amûrên zext û koçberkirina bi darê zorê bû. Bi hedefgirtina avahiyên gel, bi hezaran malbat neçarî koçberiyê bûn. Li pêşiya çavên min mala me hate rûxandin bê ku em karibin tiştekî bikin.”
‘Cihek nîn bû em lê bimînin’
Piştî ku malbatê stargeha xwe winda kir, neçar man ku deriya avahiya zanîngehê bişkînin û li wir bijîn. Ev jî xirabûna debara jiyanê û windakirina pêdiviyên bingehîn ên jiyana normal nîşan dide. Sumaya El-Qanû behsa hestek windabûn û hilweşînê dike û dibêje: “Min hest kir ku ez ez vegeriyame bin sifirê. Cihê me tunebû. Şev hat û me erd bi laşê xwe paqij kir, bi hêza xwe ya mayî ji serma û tariyê xwe parastin.” Ev gotinên dirêj û tijî êş rewşa bi hezaran mirovên koçber ku malên wan ji ber şer wêran bûne, kurt dikin.
‘Her kevirek çîrokekê vedibêje’
Tevî van hemûyan berxwedana wê ne tenê ji serhişkî yan redkirina tecrîdê tê, lê ji girêdanek kûr a bi ax, dîrok û rehên wê re tê. Sumaya El-Qanû koçberiyê wek çareseriyê nabîne, lê wek gavek ber bi hilweşîna civakî û çandî ve dinîne. Ji ber vê ew tercîh dike ku di bin kavilan de bimîne. Sumaya El-Qanû wiha axivî: “Ne tenê meseleya xaniyek e, ew bîranîna tevahiya neteweyekê ye. Her kevir li vir çîrokek vedibêje. Ez nikarim wê berdim. Qebûl nakim ku axa bav û kalên xwe wek kelûpelek ku were firotin bihêlim.”
‘Erd ne tenê bîranîn e’
Çîroka Sumaya El-Qanû bi tena serê xwe nayê vegotin. Ew beşek ji tevneke mezintir a çîrokan e ku êşên wekhev parve dikin, lê çirûskek biryardariyê jî hildigirin ku şikandina wê dijwar e. Îsrara wê, bi dengê xwe yê wêrek û helwesta xwe ya bêtawîz, hem peyamek siyasî û hem jî exlaqî hildigire: “Erd ne tenê milk e, lê bîranînek, eslê xwe û hebûnek e ku nayê tawîzdan an firotin.” Tiştê ku di gotinên wê de balkêş e ev e ku ew nîqaşa giştî li ser rewatiya prosedurên koçberkirin û derxistina bi darê zorê gur dikin, ku lêpirsînek mafî û mirovahî ji hêla civaka navneteweyî û saziyên lêpirsînê yên serbixwe ve daxwaz dike.