Doza Komkujiya Gara li Enqereyê hat taloqkirin

Di doza ku der barê Komkujiya Gara Trenê ya Enqereyê de ku di 10'ê Cotmeha 2015'an de ji aliyê DAIŞ'ê ve hat kirin û 103 kes hatin qetilkirin de biryar nehat dayîn, rûniştina dozê taloqî 1'ê Tîrmehê hat kirin.

Enqere-Di danişîna doza Komkujiya Gara ya li Enqereyê de ku DAIŞ'ê pêk anîbû û 103 kes jiyana xwe ji dest dabûn, biryar nehat dayîn. Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Enqereyê hat lidarxistin. 

Danişîn taloqî 1'ê Tîrmehê hat kirin.