Di meha Tebaxê de li 19 bajaran 30 jin hatin qetilkirin

Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Tebaxê ya JINNEWS'ê, li 19 bajarên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê 30 jin hatin qetilkirin, 18 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê girêdayî polîtîkayên şer ên bi destê rejîma şerê taybet tê meşandin, tundiya li dijî jinan, polîtîkayên qikirina jinan her ku diçe kur û zêdetir dibe.

Piştî Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP), JINNEWS jî çeteleya tundiyê ya meha Tebaxê weşand. Li gorî daneyên ajansa nûçeyan a jinan, di meha Tebaxê de 30 jin hatine qetilkirin, 18 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Dîsa dema 18 jin hewil hat dayîn bên qetilkirin, 6 zarok hatin qetilkirin, 3 zarok jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.

Jin ev meh jî ji aliyê kesên nêzî xwe ve hatin qetilkirin. 12 ji aliyê mêrên pê re zewicandî, 2 jin ji aliyê mêrên dest jê berdabûn, 3 jin ji aliyê mêrên pê re di asta destberdanê de bûn, 3 jin ji aliyê cîranên xwe ve, 2 jin ji aliyê kurê xwe ve, jinek ji aliyê xizmê xwe ve, jinek ji aliyê mêrê pê re dijiya, jinek ji aliyê hezkiriyê xwe ve hat qetilkirin. Gumanbarê 5 jinan jî nehatin tespîtkirin.

Îzmîr di rêza ewil de ye

Li gorî daneyan bajarê herî zêde jin lê hatine qetilkirin vê mehê Îzmîr bû. Li Îzmîrê 5, li Konyayê 3, li Stenbolê 2, li Edenê 2, li Aydinê 2, li Çanakaleyê 2, li Sînopê 1, li Dîlokê jinek, li Tekîrdagê yek, li Balikesîrê yek, li Artvînê yek, li Zonguldakê yek, li Mereşê yek, li Antalyayê yek, li Afyonkarahîsarê yek, li Kîlîsê yek, li Şirnexê du yek, li Enqereyê yek, li Yozgatê jî jinek hat qetilkirin. Li gorî daneyan 19 bajaran qetlîama jinan hat jiyîn.