Yekitiya Kedkaran ji bo jinan derfetên kar ava dike

Desteya jinan a Yekitiya Kedkaran derfetên kar dide jinan ku bibin xwedî aboriyek xwe ya serbixwe. Hevseroka Yekîtiya Kedkaran li bajarê Hesekê Hemîde Ehmed derbarê kar û xebatên yekîtiyê de axivî.

DELAL REMEDAN

Hesekê – Yekitiya Kedkaran ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2016'an de hat damezrandin. Yekîtiya Kedkaran a yekitiyeke demokratîk û civakî ya serbixwe ye, kedkarên jin û mêr di nava xwe de dihewîne. Armanca yekitiyê ew e ku kedkaran birêxistin bike û wan ji îstîsmarê biparêze her wiha derfetên kar ji wan re çêdike ji bo bikaribin debara jiyana xwe bikin.

Yekitiya Kedkaran ji hejmarek komîteyan pêk tê, ji wan komîteya aborî, komîteya perwerdeyê û komîteya jinan a li ser cîbicîkirina bername û projeyên taybet bi jinan re ye û li ser rola wan a di pêşketina civakê û rêvebirina civîn û çalakiyan disekine. Her wiha nîqaşkirina rewşa jinan û dîtina çareseriya ji pirsgirêk û zehmetiyên ku di kar de dibînin, parastina mafên wan ji bo bibin endamên aktîf di pêşketin û pêşxistina civakê jî di nava xebatên wê de ne.

‘Armanca Yekitiya Kedkaran parastina kedkaran e’

Hevseroka Yekîtiya Kedkaran li bajarê Hesekê Hemîde Ehmed got: "Yekitiya Kedkaran di 1'ê Gulana 2016'an de hat damezrandin. Armanca wê parastina kedkarên jin û mêr e. Ji çend beşan pêk tê. Yek ji wan jî komîteya demsalî, komîteya saziyan a ku bi riya wê bi saziyên Rêveberiya Xweser re dikevin nava hevsengiyê, komîteya profesyonel û kargehan ku ji bo kargehên taybet in, komîteya demsalî ya ku kedkarên jin di nava xwe de dihewîne.”

Yekitî li ser pêşxistina edaleta civakî dixebite

Hemîde Ehmed diyar kir ku armanc bi avakirina komîteya jinan û komîteya demsalî di nava yekitiyê de ew e ku parastina mafên kedkarên jin bikin û wiha berdewam kir:  “Armanca me bi damezrandina yekitiyê û komîteya taybet a jinan ew e ku em mafên jinan biparêzin, nehêlin werin îstîsmarkirin, mafên wan werin parastin, parastina wan were kirin û werin birêxistinkirin. Ji ber ku Yekitiya Kedkaran li ser pêşxistin û bidestxistina edaleta civakî û demokratîk kar dike û weke bingeh ji xwe re dibîne."

‘Hemû kedkar dikarin tevli yekitiyê bibin’

Hemîde Ehmed di berdewama axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: "Mafê hemû kedkaran heye ku tevli yekitiyê bibin û bibin endam lê bi şertê ku 18 salî bin. Piştî tên qebûlkirin karta sendîkayê ji wan re tê veqetandin û sindoqeke alîkariyê ji bo parastina wan tê danîn her wiha sîgortaya tenduristî jî ji wan re heye."

Hemîde Ehmed bang li hemû kedkaran kir ku tevli yekitiyê bibin, ji bo ku mafên wan werin oparastin û neyên îstîsmarkirin.

Ji bo jinan derfetên kar

Hevseroka komîteya demsalî ya di Yekitiya Kedkaran de Henan Mihemed jî got: " Ez ji sala 2016'an ve di yekitiyê de di komîteya demsalî de kar dikim. Kantona Cizîrê bi cudahiya berhemên xwe yên çandiniyê tê naskirin. Her kedkareke jin a di demsalî di Yekitiya Kedkaran de bi rêxistinkirî ye. Komîteya demsalî ji wê berpirsyar e. Ew jî bi riya rêxistinkirina wan bi riya karteke sendîkayê ku ji Yekitiya Kedkaran girtine dibe. Bi riya wê, em ji jinan re derfetên kar li saziyên Rêveberiya Xweser ava dikin."

Ji bo jinan hem derfetên kar ava dikin hem jî wan perwerde dikin

Henan Mihemed diyar kir ku li kêleka peydakirina derfeta kar ji bo wan û parastina mafên wan ji jinan re perwerdeyên fikrî û fêrbûnê tên pêşkêşkirin û wiha pêde çû: "Em kar ji jinan re derfetên kar peyda dikin û perwerdeyên fikrî didin wan. Em wan birêxistin dikin û di dema kar de serdana wan dikin, li daxwazên wan guhdarî dikin. Ji du mehan carekê, civînên ji bo heqdest û seatên karê xwe bizanibin bi wan re li dar dixin."

Yekitiyê li bajarê Hesekê ji 400 kedkarên jin re derfetên kar ava kiriye

Henan Mihemed diyar kir ku Yekitiya Kedkaran li bajarê Hesekê peymanên kar bi Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê û çêre ê zêdebûna tov re îmze kirine, jî ji bo peydakirina derfetên kar ji kedkarên jin re. Her wiha destnîşan kir ku Yekitiya Kedkaran li bajarê Hesekê ji zêdetirî 400 kedkarên jin re derfetên kar bi riya werşeyan ava kiriye, ji bo barê jiyana zehmet li ser milên wan kêm bike.

Henan Mihemed teqez kir ku armanca wan ew e derfetên kar ji gelek jinan re ava bikin û got: "Divê jinên ku pêwîstiya wan bi kar heye tevli yekitiyê bibin û bibin endam ji bo mafên wan werin parastin. Ger em nikaribin kar jî ji wan re peyda bikin em dikarin mafên wan biparêzin."