‘Divê jinên çandiniyê dikin dengê xwe bikin yek û beşdarî sendîkayê bibin’

Endama Sendîkaya Cotkarên Jin a Tûnisê Mufîda Celalî xwest ku karkerên jin ên di qada çandiniyê de dixebitin ji bo bibin xwedî şert û mercên baş ên kar dengê xwe bikin yek û beşdarî sendîkayê bibin.

ÎXLAS HAMRÛNÎ

Tûnis- Karkerên di qada çandiniyê de dixebitin, bi kamyonên nakliyeyê diçin qadên çandiniyê, baca kêm, nebûna ewlehiya tendirustiyê, saetên zêde yên kar, di bin şert û mercê zehmet ên mehên havîn û zivistanê de neçar tên hiştin ku bixebitin. Di Mijdara 2021’ê de li bajarê Sidî Bouzid bi çavdêriya yekitiya karkeran a herêmê ji bo jinên karkerên çandiniyê ragihand ku temelê bingehîn ê yekem ê herêmî û di asta neteweyî de hatiye avakirin. Avakirina Sendîkaya Cotkarên Jin a Tûnisê ji bo parastina mafên cotkarên jin firsendek ava kir. Sendîka bi armanca şopandina binpêkirinê li hemberî jinan û belgekirina wê li herêmê avakirina hişyariyê û perwerdekirina ciwanan hatiye avakirin.

Ji zarokatiya xwe ve karkera çandiniyê ye

Endama Sendîkaya Cotkarên Jin a Tûnisê Mufîda Celalî diyar kir ku têkiliya wê ya bi cotkariyê re ji zarokatiya wê  tê. Mufîda Celalî da zanîn ku ji ber şert û mercên jiyanê yên zehmet neçar maye bixebite û çandinî bûye bingehê jiyana wê. Mufîda Celalî di sektora çandiniyê de ku mêr tê de serwer in weke sendîkavan ceribandinên ku jiyane wiha anî ziman: “Ji ber zehmetiyên madî ji zarokatiya xwe ve di her qada çandiniyê de ez xebitîm û hemû amûrên pêwîst min bi kar anî. Ji ber ez jinek bi hêz û cesûr im ji zextan natirsim.”

Sendîka destpêkek bû

Mufîda Celalî îşaret bi wê yekê kir ku ji ber di qada çandiniyê de gelek binpêkirin tên jiyîn fikrê ku jinên gund di sendîkayê de werin ba hev heta sala 2013’an û li gel hevpîşeyên xwe di bin şertên tundiya aborî û fîzîkî de di ebitin û fikrê sendîkayê ji aliyê endamên Komeleya Tevger ve hatiye rojevê û wiha got: “Di sala 2021’ê de piştî ku sendikaya karkeran hat erêkirin ji bo karkerên gundî sendîkaya bingehîn ava kirin, parastina mafên karkeran û wana bi armanca destpêkê aborî û ji hemû cureyên tundiyê were parastin di asta herêmî û neteweyî de destpêkek e.”

Jin rastî cihêkariyê tên

Mufîda Celalî destnîşan kir ku sendîkayê li herêmên cuda yên Mehdiye û Tûnisê, ji bo şert û mercên xebata jinan 20 jin girtine nava xwe û wiha got: “Rewşa jinên karker ên li Sidi Bouzid me ferq kir ku gelek xirab e. Jinên karker bacek kêmtir digrin. Dema meh derbas bûn sendîka berfireh bû, hejmarek zêde jinan xistin bin banê xwe. Bi taybetî di mehên havînê de xwendevanên keç ji ber weke karkerên werzî dixebitin beşdariya sendîkayê zêdetir dibe. Jin di qada çandiniyê de rastî cihêkariya zayendî tên. Mînak jina ku dixebite nizane diçe ku derê dikeve kamyonê, ji mêr re cihê biçe dibêje. Jin ji weke mêr dixebite lê belê kêmtir digre. Dema ku parastina mafê xwe dike ji kar tê derxistin. Sendika hê ne di wê rewşa ku hemû pirsgirêkan çareser bike de ye. Tîma sendîkayê, ji bo parastina mafên karkeran bike, xebatên xwe berdewam dike.” 

‘Jinên karker rastî tundiyê tên’

Mufîda Celalî amaje bi wê yekê kir ku jinên gundî xwe bê parastin û ji derveyî vê hejmarek zêde kamyonên berê yên bar dihilgire, sermaya zivistanê, germahiya havînê rastî gelek pirsgirêkên weke mêş, dûpişk, mar) tên. Karkerên  ku di qada çandiniyê de dixebitin, ji bo dahata zarokên xwe pêk bînin û pêşeroja xwe bixin ewlehiyê li dijî gelek zehmetiyan têdikoşin û wiha domand: “Der barê mijara parastina mafên karkeran de pêwîstî bi hişyarkirin, baweriya bi mafê xwe û erka xwe heye. Jinên karker rastî tundiyê tên, ji xizmeta ewlehiya civakê û sîgortayê bêpar tên hiştin. Bi bacek kêm tên xebitandin. Gelek binpêkirinên wiha hene.”

 Banga sendîkayê

Mufîde Celalî di dawiya axaftina xwe wiha got: “Jinên karker ji bo bibin xwedî karê wekhev, xwedî şert û mercên baştir ên kar divê dengê xwe bikin yek û beşdarî sendîkayê bibin. Avakirina sendîkayê ji bo jinên di qada çandiniyê de kar dikin qezencek e. Ji bo sendîka zêdetir bi hêz bibe û mafên karkeran were parastin, pêwîstiya me bi xebatek zêde heye. Sendîka der barê gelek mijarên weke ji bo baca heqdestê baştir, ewlehiya civakî, şertên gihandina guncaw, tundiya aborî ji holê rabe de ji bo parastina mafên karkeran wê xebatên xwe berdewam bike.”