‘Divê jin bi derfetên ku şoreşê afirandiye xwedî îrade bin’

Enahîd Yûsif a 56 salî jineke xirîstiyan e û ji bajarê Qamişlo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Piştî ku ji mamostehiyê xanenişîn bû her wiha piştî ku şoreşê defetên curbecur da jinan wê jî li mala xwe dest bi çêkirina şêrînahiyan kir.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo- Berî ku Şoreşa Rojava dest pê bike tirseke mezin a jinan û gel ji dewleta Şamê hebû. Di wê demê de ewqas derfetên kar ji jinan re misoger nedibûn û şerm dihat dîtin ku jin kar bikin lê piştî Şoreşa Rojava, derfetên curbeur ji jinan û gelên hemû netew û pêkhateyan re hatin avakirin. Jin jî bûn xwedî îrade û îsrar di her warî de cihê xwe girtin û bûn mînak ji hemû jinên cîhanê re. Enahîd Yûsif jî jineke xirîstiyan e, bi temenê xwe 56 salî ye ji bajarê Qamişlo ye. Beriya Şoreşa Rojava  Enahîd Yûsif li dibistanên rejîmê mamoste bû lê ji ber temenê xwe xanenişîn bû, li malê bê kar ma. Piştî ku şoreşa Rojava dest pê kir û derfetên kar ji jinan re hatin afirandin, wê jî weke jineke Xirîstiyan li mala xwe dest bi çêkirina şêraniyan kir. Enahîd Yûsif der barê karê xwe de axivî.

 ‘Tiştên ku bi sûd in çêdikim’

Enahîd Yûsif der barê karê ku dike de axivî û wiha behsa armanca karê xwe kir: “Ji sala 2019’an ve piştî ku ji dibistana rejîmê xanenişîn bûm, min dest bi çêkirina şêraniyan kir û pê debara mala xwe dikim. Piştî demek li malê mam, min xwest dest bi karekî bikim. Min ji malbat û hevalên xwe re got ku ez dixwazim şêraniyan li mal çêbikim wan jî piştgiriya min kirin û destek dan min. Armanca min ew e ku ez dema xwe vala derbas nekim min dixwest tiştekî bi sûd ji malbat û civaka xwe re pêşkêş bikim û pê debara mala xwe bikim ji ber ku di roja me ya îro de bajarê me di krîzeke aborî de ye.”

‘Bi destên xwe dinexişînim’

Enahîda Yûsif diyar kir ku li ser medyaya dîjîtal karê xwe dike û piraniya tiştên ku çêdike li wir tên firotin û wiha berdewam kir: “Zehmetiyên ku ez dikşînim hene, li malê hinek astengî çêdibin pêwîstiya min bi dikanek heye ji ber piraniya caran elektrîk li malê nîn e. Hinek caran qalibê şeranî li vir peyde nabin. Amûrên ku ez pê kar dikim tişta herî bingehîn qalib in û piraniya caran qalib peyde nabe ez bi destên xwe dineqişînim tu çiqas ji karê xwe hez bikî ewqas xweşik çêdikî. Ez karê xwe li ser malpera medyaya dîjîtal belav dikim û piraniya kesan li ser malpera min dikevin têkiliyê û dikirin.”

’Ji bo gihîştina armanca xwe xwedê îrade bin’

Enahîd Yûsif bal kişand ser derfetên ku şoreşê ji jinan re afirandine û bang kir ku divê tu carî jin teslîm nebin û wiha bi dawî kir: “Dixwazim di pêşerojê de dikanek ji xwe re vekim wê karê min hêsantir bibe. Ji bo gihîştina armancê divê mirov xwedî îrade be da ku bigihîje armanca xwe. Ez jî yek ji wan kesan bûm xwedî îrade, heta ku gihîştim armanca xwe. Ez ji her jinê re dibêjim tu carî teslîm nebin her dem xwedî têkoşîn bin da ku hûn bigihîjin armanca xwe bi taybetî di roja me ya îro de ku şoreşê gelek derfet ji me jinan re afirandiye.”